Li Yemenê bi birûskê du jin mirin 30 kes jî birîndar bûn
Birûskê li parêzgeha Dhamar a yemenê, di 11'ê Tebaxê li du jinan de û di encamê de jiyana xwe ji dest dan û 30 jinên din jî birîndar bûn. b
Birûskê li parêzgeha Dhamar a yemenê, di 11'ê Tebaxê li du jinan de û di encamê de jiyana xwe ji dest dan û 30 jinên din jî birîndar bûn.
Navenda nûçeyan- li gorî çavkaniyên ji herêmî li parêzgeha Yemenê Dhamar,li gundê el-aqmarê ên navçeya Mayfa'a Ans li rojhilata parêzgehê, birûsê li maleke ku daweteke ji bo jinan pîroz dikirin, ket.
Li gorî zanyariyan, di encama wê bûyerê de 2 jin mirin û nêzîkî 30 kesên din jî birîndar bûn, yek ji wan rewşa wê pir giran e, wan rakirin nexweşxaneyeke Dhamarê.
Li gorî agahiyan, di encama wê bûyerê de 2 jin mirin û nêzîkî 30 kesên din jî birîndar bûn, yek ji wan rewşa wê pir giran e, wan rakirin nexweşxaneyeke Dhamarê.
Hat ragihandin ku li Yemenê di 6'ê Tebaxa de bûyereke din bi vî rengî pêk hat, bû sedema mirina 3 kesan û birîndarkirina kesên din. Dema ku komek kes di geştek geştiyarî de bûn li devera Thamad a navçeya Jahaf li parêzgeha El-Talii navenda Yemenê bûyer çêbû.
Piraniya parêzgehên Yemenê dibin şahidê barana zêde, lehî û birûskê, herî kêm 28,000 mirov bandor bûn, binesazî, xanî û kampên penaberan xira bûn.