Li Xurmalê zarok bi penûsê xeyalên xwe xêz dikin
Mamosteya şêwekariyê Lane Ezîz li Navenda Parastina Zarokan a Xurmalê bi dehan zarokan fêrî hunerê dike û piştgiriyê dide pêşketina derûniya wan. Lane bang li malbatan dike ku piştgirî bidin zarokên xwe da ku bikaribin bi rêya hunerê xeyalên xwe pêk bînin
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Jin û huner wate didin jiyanê. Jin ji bo bedewkirina jiyanê, her dem hewl didin di warê hunerê de xwe bi pêş bixin. Gelek jinên bi îradeya xwe di nava xebatên hunerê de cih digrin, her dem rê dibînin ku di qada hunerê de bê westan karê xwe berdewam bikin. Hunera şêwekariyê ji bo jinan ne tenê xêzkirina tabloyek e, êş, hêz û kêrhatiya jinan nîşan dide. An jî bi şêwekariyê piştgiriyê didin netewe, jîngeh, zarokan û derdora xwe şad dikin, dîmenekî bedew pêşkêşî hezkiriyên hunerê dikin.
Navenda Parastina Zarokan a Xurmal ev salek e hatiye damezrandin û rojane 150 zarok ji bo fêrbûnê serdana navendê dikin.
‘Zarok fêrî hunerê dibin’
Derçûya peymangeha Hunerên Ciwan a Helebceyê Lane Ezîz, beşa şêwekariyê di sala 2018’an de temam kiriye û dest bi şêwekariyê kiriye, diyar kir ku ew di warê şawekariyê de serkeftî ye. Lane niha li Navenda Parastina Zarokên Xurmal dixebite ji ajansa me re axivî û got: “Ev nêzî salek e ez li vir dixebitim, ez mamosteya hunerê me û dersa wêne didim xwendekarên navendê. Her wiha li vir di asta akademîk a pir baş de derbas dibin û rojane zarok fêr dibin ka çawa boyax bikin û xêz bikin. Dersên têkildarî hunerê, ji hunerên destan bigre heta wênesaziyê, di asteke pir bilind de ne û zarok li vir pir baş fêr dibin. Di pêşerojê de, em ê hewl bidin beşdarî pêşangehên navneteweyî bibin.”
‘Zarok dema pêşî hatin nizanibûn dê çawa wêneyan çêbikin’
Lane Ezîzî ya ku salek e li vê navendê dersa hunera wêne dide got: “Destpêkê, gava zarok hatin, em gelek bi wan re eleqedar bûn, me zehmetî kişand lê niha gav bi gav em bi wan re xebitîn û me asteke baş bi dest xistiye. Îro, piraniya berhemên ku em nîşanî temaşevanan didin, bi taybetî yên ku tên navendê, berhemên xwe bi awayek bedew dibînin û kêfa wan ji karê wan re tên. Zarok ber bi astên baştir ve diçin.”
‘Divê odeya hunerê aram be’
Lane Ezîz di nava gotinên xwe de balê dikşîne li ser aramiya odeya zarokan. Lewra ew ji zarokan re atmosferek aram avakirine û dibêje: “Divê odeya hunerê bi xwe atmosferek pir aram be, da ku hiş û derûniya wan aram be û qad ji bo wan guncaw be ku asta wan baştir bikin. Cîhana zarokan paqij e divê mirov nerm nêzî wan bibe û wan teşwîq bike ka çiqasî kêrhatiyên wan hene.”
Lane Ezîzî di dawiya axaftina xwe de ev peyam da dayîk û bavan û wiha got: “Peyama min ew e ku bi destên zarokên xwe bigrin, piştgirî bidin wan û wan teşwîq bikin, da ku bikaribin xeyalên xwe pêk bînin.”