Li Xoyê soz bicih nehat: Em di malên xerabûyî dene
Li Xoya ku ji ber erdhejê zirar dîtibû, gelê ku pirsgirêka wan a mal û xwarinê hebû, bertek nîşanî rayedarên dewletê dan û diyar kirin ku ji ber sozên ku nehatine dayîn, neçar mane ku di xaniyên xwe yên ku zirareke mezin dîtine de bijîn.
LARA GEWHERI
Mehabad – Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê di 28’ê Çile de erdheja bi pileya 5.9 rû da bû sedema tirs û xofeke mezin, bi taybetî jî di warê sitargehê de pirsgirêkên cidî dijîn. Li Xoyê piştî erdhejê jî gel bertek nîşanî rayedarên dewletê da û got, "Cihê me tine ye, lewma em neçar in li malên xwe yên ku zirar dîtine bijîn." Jinên Xoy pirsgirêkên ku jiyane ji ajansa me re vegotin.
'Tenê kamyonek hat alîkariyê'
Şohra Qasimî ji xelkê bajarê Xoyê ye got: “Cîgirê serokomar soz da xelkê û diyar kir ku çend kamyonên alîkariyê amade ne. Yek ji wan karmendan bi 32 kamyonên biçûk çûbû alîkariya hikûmetê, lê tenê kamyonek bi konserve vegeriya. wesayîtên din ên mayî vala vegeriyan. Heta niha me tu alîkariyeke din ji dewletê negirtiye. Alîkariya gel hebû. Ji ber buhabûna xanî û nebûna çadiran em vegeriyan mala xwe.”
Ketin mala xwe yên xerabûyî
Maîam Karmî jî diyar kir ku hin mal bi temamî hilweşiyane, hinek mal jî malan zirareke mezin dîtine û wiha gotinê xwe didomîne: “Piraniya xaniyan bê niştecîh in. Tevî erdhej û erdhejan dîsa gel ji ber buhabûna xaniyan di van xaniyên xerabûyî de dimînin. Ez yek ji wan im. Yên bê mal li dibistan û kampan dijîn. Hinek li ber malên xwe li ser cade, heta goristanan kon vedidin û li vir dimînin."
Yek ji jinan Şîma Lûtfî jî diyar kir ku di erdhejeke muhtemel de kesek tune ku mirovan biparêze.