‘Li Xezayê zêdeyî 150 hezar jinên dûcanî bi metirsiyan re rû bi rû ne’

UNRWA’yê bal kişand ku li Xezayê zêdeyî 150 hezar jinên dûcanî, ji ber şer û ji cihên xwebûnê bi metirsiyên cidî yên tendirûstiyê re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan – Di êrişên Îsrail li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha berdewam dike de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 35 hezar û 173, hejmara birîndaran jî bû 79 hezar û 61. Ji ber gefên Îsrailê yê êrişa li dijî Refahê ku dikeve başûrê Zîvala Xezayê, nêzî 360 hezar Filistînî neçar man ji Refahê derbikevin. Ji cihê xwe bûn dibe sedem ku jiyana jinên dûcanî û zarokên wan bikeve metirisiyê.

‘Habîbe kêmî 2 kîlo jidayik bû’

Ajansa Avadanî û Alîkariya Koçberên Filistînê ya Netewên Yekbûyî (UNRWA) di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya dijîtal X’ê de bal kişand ser jinên dûcanî û zarokên li Zîvala Xezayê. UNRWA’yê wêneyê zarokek nû ji dayîk bûye parve kir û di bin wêneyê de ev tişt nivîsî: “Habîbe di konek biçûk de ji dayîk bû. 2 hefteyî ye lê giraniya wê kêmî 2 kîlo ye.”

 ‘Zêdeyî 15 hezar jinên dûcanî bi metirstiyan re rû bi rû ne’

UNRWA’yê diyar kir ku divê li cîhanê tu zarokek êşên wiha nekişînin û destnîşan kir ku êdî pêwîstî bi agirbestê heye. UNRWA’yê bal kişand ser rewşa jinên dûcanî yên li Zîvala Xezayê û wiha got: “Li Xezayê zêdeyî 150 hezar jinên dûcanî, ji ber şer û ji cihê xwe bûnê bi mitirsiyên cidî yên şertê tendirûstiyê re rû bi rû ne.”

UNRWA’yê di parvekirinek xwe ya din de îşaret bi wê yekê kir ku Filistînî carek din ji Refahê, ji ber av û binesazî nîne koçî Han Yunusê kirine û bi vê re li pêş çavê hemû cîhanê ve asta nû ya bêhêviyê derketiye holê.