Li Xezayê xebatkarên alîkariyê ya navneteweyî jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser herêma Deir el-Belah a Xezayê de 4 xebatkarên rêxistina alîkariyê ya xDi êrîşa Îsraîlê ya li ser herêma Deir el-Belah a Xezayê de 4 xebatkarên rêxistina alîkariwarinê ya navneteweyî WCK’yê û Filistînîyekî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên di 7ê Cotmeha 2023’an de li dijî Xezayê dabû destpêkirin berdewam dike. Ji duh ve hejmara kesên ji ber êrîşên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 32 ​​hezar û 845. Îsraîlê li ser rêya peravê ya rojavayê bajarê Deir el-Belah li Xezayê wesayîteke sivîlan hedef girt û di encamê êrîşê de xebatkarên saziya alîkariyê ya navneteweyî jiyana xwe ji dest dan.

4 xebatkarên WCK'ê jiyana xwe ji dest dan

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê,li ser çavkaniyên herêmî 4 xebatkarên biyanî yên rêxistina alîkariyê ya xwarinê ya navneteweyî ya bi navê World Central Kitchen (WCK) jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê de jineke Awistralyayî, 2 mêrên ji Îngilîstan û Polonyayê, welatiyekî biyanî yê ku navê wî nehat zanîn û Filistînîyek jiyana xwe ji dest dane.

Wêneyên li ser medyaya dîjîtal a xebatkareke jin a Awistralyayê hatin parvekirin ku li Deir el-Belah Xezayê xwarinên ku di metbexê de, ji bo belavkirina li sivîlan hatiye pijandin nîşan dide.

'Divê xebatkarên alîkariyên mirovî û sivîl tu carî nebin hedef'

Saziya alîkariyê ku navenda wê li Washingtona paytextê Amerîkayê ye di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a ya ku hat parvekirin de diyarkir ku xeber hatiye xebatkarên wan ên ku li Xezayê beşdarî xebatên alîkariyê yên xwarinê bûnê di êrîşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Di berdevamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev karesatek e. Divê xebatkarên alîkariyê yên mirovî û sivîl tu carî nebin hedef."

Di daxuyanîya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat îfadekirin ku Artêş ji bo fêhmkirina rewşa vê bûyera trajîk di asta herî jor de lêpirsîneke berfireh dimeşîne."