Li Xezayê tevahiya şevê êriş berdewam kirin

Di êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê de ku tevahiya şevê berdewam kir gelek Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tendirûstiyê ragihand ku li Refahê nexweşxane nîne ku kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne bên spartin.

Navenda Nûçeyan – Îsraîlê ji 7’ê Cotmeyê heya niha êrişên xwe yê li ser Zîvala Xezayê bê navber didomîne. Artêşa Îsraîlê tevahiya şevê li ser heremên Zîvala Xezayê êrişên ezmanî, bêjahî û behrê pêk anî. Hat zanîn ku di êrişan de gelek kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.  

Di roja 234’emîn a êrişan de balafirên şer li taxa Ez-Zerka ya li herema Et-Tuffah a bajarê Xezayê mala malbata “El-Batran” bombebaran kir. Di êrişê de zaroka keç a emrê wê biçûk e Hani el-Batran, dayika wê ya dûcanî û 3 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Hevdem bi vekirina gullereşandina ser beşên başûrê Zîvala Xezayê, artêşa Îsraîlê taxên Sabra, Ez-Zeytûn û Tel El-Hawa yên Xezayê bombebaran kirin. Her wiha di êrîşa li dijî Kampa El-Bureyj a Gazzeyê de hin kesan jiyana xwe ji dest dan.

Daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê ragihand ku li bajarê Refehê nexweşxaneyek tune ku kesên ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser kampa ku Filistîniyên derbeder lê diman da jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne bihewîne. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Ji ber ku li bajarê Refahê nexweşxaneyeke ku tê de ev hejmara mirî û birîndaran bihewîne tune ye, tîmên ambulansê di veguheztina mirî û birîndaran de zehmetiyan dikişînin."

Di daxuyaniya Komîteya Lezgîn a Refahê de hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê konên Filistîniyên koçkirî yên li herêmê ku berê jê re digotin "ewle" bombebaran kir û ev êrîş îdiayên artêşa Îsraîlê yên derbarê "dîtina cihekê bi ewle " derewand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komkujiya sivîlên derbider îsrara Îsraîlê ya li ser berdewamkirina operasyonên kuştin û wêrankirinê yên li Refahê, paşguhkirina hemû daxwaz û biryarên navneteweyî yên rawestandina êrîşên leşkerî û nehiştina êrîşan li ser sivîlan eşkere dike."

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) derbarê Refahê de biryara rawestandina êrişan dabû. Îsraîl li Refahê êrîşî konên Filistîniyên koçkirî kiribû û hatibû ragihandin ku di êrişan de herî kêm 40 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.