Li Xezayê tehliye: Nexweşxane tên valakirin

Li Zîvala Xezayê piştî fermana tehliyeyê birîndar û nexweşên li Nexweşxaneya Şehîdên Aksayê di şert û mercên zehmet de ketin rê. Rêvebariya nexweşxanê bang kir ku divê nexweşxane bê parastin.

Navenda Nûçeyan-Îsraîlê êrîşên xwe yê di 7’ê Cotmehê de li dijî Zîvala Xezayê dabû destpêkirin bê navber didomîne.  Li Xezayê fermana tehliyeyê ku li pêy hevdu hat dayîn, Filistinî her car neçarî cîh guhertinê dibin. Ev rewş dibe sedem ku mirov nikaribe pêwîstiyên xwe yên bingehîn bi dest bixe.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee daxuyanî da û xwest ku devera rojhilatê bajarê Dêr Belah were valakirin û niştecîhên wê deverê biçin rojava. Piştî vê daxuyaniya tehliyeyê Filistinî carekî din ketin rê.

Birîndar û nexweş nexweşxaneyê diterikînin

Birîndar û nexweşên li Nexweşxaneya Şehîdên Aksayê bi meşê, bi erbeyên bi tekel yan jî li ser doşekên xwe neçar dimînin nexweşxaneyê biterikînin. Birîndar û nexweş dema ji nexweşxaneyê derketin carekî din nerazîbûnên xwe anîn ser ziman.

Midûrê Nexweşxaneya Şehîdên Aksayê Iyad el-Cebrî di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku piştî biryara valakirina bloka 128’an ku girêdayî nexweşxaneyê ye, birîndar û nexweşên hewcedarê dermankirinê ne û tîmên pizîşkî ji tirsa jiyana xwe ji nexweşxaneyê derketin. Midûr got ku dê xizmetên xwe yên tibbî ji bo nexweşan berdevam bikin û bang kir ku divê Nexweşxaneya Şehîdên Aksayê ku di heremê de tenê di xizmetê de maye  were parastin.

Di daxuyaniya nîvîskî Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê de  jî bang hat kirin ku divê nexweş û birîndarên li Nexweşxaneya Şehîdên Aksayê were parastin.  

Banga Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ji bo derziya felcê ya zarokan

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku wan derziyên felcê girtine û ji bo ku ev derziyan derbasî Xezayê bibin banga zextê li Îsraîlê kir. Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku derziyên felcê nOPV yên zarokan hatine dayîn û ji bo danasîna derziyan li Xezayê jî koordînasyon didomin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo parastina derziyan jî amûrên zincîra sar hatine anîn û ev wê li navendên ku ji bo derzîlêdanê li Xezeyê hatine diyarkirin bên belavkirin. Ji saziyên navneteweyî hat xwestin ku zextê li Îsraîlê bikin ku êrîşên li Xezayê rawestîne û destûr bide ku derzî têkevin heremê.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihandibû ku di 16’ê Tebaxê de li Zîvala Xezayêyê yekem bûyera felca zarokan  hatiye dîtin.