Li Xezayê rewşa jinên ducanî xerabtir dibe

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin, jiyana bi hezaran jinên ducanî di xeterê de ye. Pispora zarokanînê Haya Hîjazî bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo rewşê banga mudaxaleya lezgîn bikin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin. Îsraîla ku bêyî quralek nas bike dibistan, nexweşxane û konvoyên ambûlansan bombebaran dike, bi rojan e ambargoya herî mezin a ku di dîroka cîhanê de mînakên wê tune ne ferz dike, sivîlan hedef digre. Li Xezayê nexweşxane jî tên bombebarankirin, pergala tenduristiyê hilweşiyaye. Ev hilweşîn di heman demê de tê wateyê ku bi hezaran jinên ducanî yên li herêmê nikaribin ji xizmetên tenduristiyê sûdê bigirin.

Tê diyarkirin ku hejmara jinên ducanî yên li Zîvala Xezayê derdora 55 hezar e û tê payîn ku ji van jinan nêzî 5 hezar û 500 jinên ducanî dê di hefteyên pêş de zarokên xwe bînin. Di heman demê de piraniya van jinan di kampên penaberan û navendên starbûnê yên ku ji bo jiyanê ne guncaw in de di bin metirsiyê de ne. Li gorî nûçeyên ji herêmê tên, her çiqas hejmara wan nediyar be jî piraniya jinên ducanî jiyana xwe ji dest dane.

Behsa bêçaretiyê kir

Haneen Al-Kafarneh a ku li Kampa Cebeliya ya li bakurê Zîvala Xezayê dimîne û nû zarok anî, diyar kir ku di dema koçberkirina xwe û hewldana xwe gihandina nexweşxaneya herî nêz de gelek caran rastî mirinê hatiye. Haneen Al-Kafarneh, da zanîn ku dema hewl daye bi malbata xwe re ji êrîşan bireve, hestek mezin a fikar û panîkê jiyaye û bi van gotinan bêçaretiya xwe vegot: "Di dema revê de me xwe gihand herêmên başûr lêbelê sanciyên min ên zayînê dest pê kiribûn. Em neçar man li nexweşxaneyek nêzîk bigerin lê piraniya nexweşxaneyan li derveyî xizmetê bûn. Nexweşxaneya Bijîşkî ya Al-Şîfa hebû lê wê jî li nexweşên rewşa wan awarte derman dikir.”

'Ez ji mirina pitika xwe tirsiyam’

Haneen Al-Kafarneh, da zanîn ku 3 rojan li odaya sekinandinê maye, bi van gotinan tiştên piştî vê jiyane vegot: “Her deqeyekê birîndar dianîn nexweşxaneyê û her ku diçû hejmara birîndaran zêde dibû. Ji ber ku hejmar her diçû zêde dibû êdî nexweşxane xitimîbû. Dema ku sanciyên tund hatin, min şandin nexweşxaneyeke din. Ji malbata min kes li gel min tunebû. Rewşa min a derûnî xirab bû, ez ji mirina pitika xwe tirsiyam. Piştî zayîne min nizanibû ku ez bi zaroka xwe re biçim ku derê. Kampên ku em lê dimînin ne paqij bûn, cereyan û av tune ye, pêdiviyên jiyanî nedihatin misogerkirin. Hestên tirs û nexweş ên ku ez nikarim rave bikim û vebêjim bi min re çêbûn.”

'Jin li dibistan an jî stargehan welîdin’

Pispora zarokanînê û jinekolog Haya Hijazî jî anî ziman ku ji ber berdewamkirina şer jinên ducanî rastî pirsgirêkên curbecur ên tenduristî û derûnî tên. Haya Hijazî wiha axivî: “Jinên ducanî ji ber ku nikarin pitikên xwe kontrol bikin, êşê dikşînin. Yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene û rewşa wan wan nebaş e pêwîstî bi şopandina lezgîn heye. Em hewl didin çavkaniyên xwe bi awayekî herî baş bi kar bînin. Hin jinên ku tên nexweşxaneyê, zayînbûna zû dest pê dike. Şert û mercên şer ên heyî astengiyên mezin li ser tevgerên mirovan çêdikin. Ji bo girtina xizmetên tenduristiyên yên pêwîst, em nikarin xwe bigihîjînin nexweşxane û klînîkan. Ev rewş jinên ducanî rastî xetereyên cidî yên tenduristiyê tîne. Nikarin xwe bigihîjînin xizmetên rûtîn û tenduristiyê. Jin neçar dimînin, li hawîrdorên ne guncaw ên wekî dibistan û malan zarokên xwe bînin.”

'Xizmeta tenduristiyê ya pêwîst nayê pêkanîn’

Haya Hijcazî, bal kişand ku divê jinên ducanî rojane rêjeyeke diyar avê vexwin û xwarinê bixwin û wiha got: “Ji ber êrîşan gel nikare xwe bigihîjîne ava paqij û xwarinên bi tendurist. Ev rewş jinên ducanî berî û piştî zayînê dixe nava metirsiyê. Piştî zayînê jî di girtina vîtamînên pêwîst de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Ji bo pitika nû ji dayik dibe re dermankirin û lênêrîna pêwîst nayê kirin. Jin piştî zayînê nikarin cihekî lê bimînin jî peyda bikin. Şert û mercên li navendên stargehê ji bo jin û pitikan ne cihên guncaw in.”

'Em nizanin çi li benda me ne’

Haya Hijazî diyar kir ji ber bikaranîna bombeyên fosforê, di êrîşan de gelek jin zarokên wan ji ber wan çûne û beriya dema xwe zarok anîne û wiha got: “Nexweşxaneya sereke ya Al-Şîfa ku hemû alav û pêdiviyên jinên ducanî tê de hene, ji ber sedema sotemeniyê xizmetên xwe rawestand. Di destpêka şer de nexweşxaneya bijîjkî ya Al-Şîfa, bûyerên zayînê yên lezgîn digirt. Lê ji ber ku ew der jî bi temamî ji kontrolê derket, me jinên ducanî veguhestin nexweşxaneyeke din. Nexweşxane ji bo kesên ji cih û warên xwe bûne, bû stargeh. Ji çavkaniyên bingehîn ên wekî elektrîk, av û tenduristiyê bêpar ma. Me dîmenên ku li Nexweşxaneya sereke ya Al-Şîfa dît, berê li tu cihî nedîtiye. Em nizanin ger bombebarana Îsraîlê ya li ser Zîvala Xezayê berdewam bike, çi li benda me ye."

Ji rêxistinên mafên mirovan re bang hat kirin

Haya Hijazî da zanîn ku nexweşxaneyên giştî û klînîkên taybet hatine girtin û gihandina personelên pizîşkî zehmet bûye û destnîşan kir ku bi hewldanên xwe yên takekesî ji bo jinên ducanî dest bi hewldana mirovî kiriye. Haya Hijazî wiha got: "Me ji bo jinên ducanî û jinên zayîne sepetên alîkariyê yên ku tê de derman, vîtamîn, xwarin û cilên pêwîst hene, amade kirine. Her wiha me bi riya rûpelên xwe yên şexsî yên li ser malperên medyaya dîjîtal bang li civaka navneteweyî û mirovahiyê kir ku dawî li wêrankirina sektora tenduristiyê binîn, ji bo xilaskirina mirovên mayî, derbasbûna alîkarî, malzemeyên tibî û sotemeniyê misoger bikin. Ji bo bi lezkirina piştgirî û xizmeta tendirustiyê ya ji bo xilasbûna jiyana jinên ducanî û fetusan, pêwistî bi saziyên mafên mirovan a navneteweyî û alikariya mirovî heye.”