Li Xezayê piştî agirbestê pevguhertina rehînan pêk hat

Êrîşên Îsraîlê yên di 7'ê Cotmeha 2023'an de li dijî Xezayê dabûn destpêkirin bi agirbesta ku di 19'ê Çile de hatibû bicihanîn bi dawî bû. Piştî agirbestê Hamasê 3 rehîne û Îsraîlê jî 90 rehîne berdan.

Navenda Nûçeyan- Piştî agirbest û pevguhertina rehîneyan a di navbera Îsraîl û Hemasê de 90 jin û zarokên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de hatin berdan. Rehîneyên azadkirî li bajarokê Beytunya yê Ramallah a li Şerîa Rojava ya dagirkirî ji aliyê girseyên bi coş ve hatin pêşwazîkirin.

Dema ku Filistiniyan kombûn hêzên Îsraîlê mudexaleya girse kir. Leşkeran gaza îsotê û bombeyên deng li dijî kesên li qadê disekinin bi kar anîn û ji bo ku qadê vala bikin zext kirin.

Rehîneyên ku bi otobusên Komîta Xaça Sor a Navneteweyî ji Beytunya ber bi Qada Manara ve diçûn, ji aliyê gelê Filistînê ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Lê di demek kurt de hat dîtin ku yek ji girtiyên jin ên ji bo berdanê winda ye. Pirsgirêk bi navbeynkariyê hat çareserkirin û hemû girtî bi ewle hatin radestkirin. Di nav kesên hatin berdan de, seroka Eniya Gel a Rizgariya Filistînê Xalîda Jcerrar jî heye. Ev pevguhertina ku di berdêla 3 rehîneyên Îsraîlî yên ji aliyê Hamasê ve hatin radestkirin pêk hat, wek qonaxa yekem a peymana agirbestê tê binavkirin.