Li Xezayê mirov ji du rojan carekî xwearinê dixwîn

NY’ê ragihand ku gelê li Zîvala Xezayê ya ku artêşa Îsraîlê zêdetirî 11 meh in êrîşên xwe lê didomîne, bi navînî her du rojan carekê tenê dikarin xwarinê bixwin. Li herêmê 3 hezar û 500 zarok ji ber birçîbûnê di bin metirsiya mirinê de ne.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Ji bilî bomberdûmanan, gihandina xwarin û avê li herêmê hema bêje parçeyek ji şer e. Dema ku Îsraîl nahêle alîkarî derbasî herêmê bibe, gel bi birçîbûn û tîbûnê re rû bi rû ye.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) diyar kir ku mirovên li Xezayê bi navînî dikarin her du rojan carekê xwarinê bixwin.

'Hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûn derket 2 mîlyonî'

Di daxuyaniya ku ji aliyê UNRWA ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hejmara Filistîniyên ku ji cih û warên xwe bûne gihiştiye 2 milyonî û der barê hewcedariya xelkê Xezayê de jî agahî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Norwêcê ya Penaberan (NRC) û saziyên din, ji sedî 83’ê alîkariyên xwarinê yên ku hewce dike nikarin bigihêjin Zîvala Xezayê û wiha hat gotin: "(Li Xezeyê) Mirov her du rojan carekê xwarinê dixwin." Hat ragihandin ku UNRWA û hevkarên wê di çalakiyên xwe de ji bo kêmkirina bandorên kêmxwarinê biskuwîtên bi enerjiya zêde li zarokan belav kirin.

3 hezar û 500 zarok bi xetereya mirinê re rû bi rû ne

Li gorî daneyên Buroya Çapemeniyê ya hikûmetê ya li Xezayê 36 Filistînî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan, 3 hezar û 500 zarok jî ji ber kêmxwarinî û kêmbûna xwarinê di bin xetereya mirinê de ne. Di Rapora Krîza Xwarinê ya Cîhanê ya ku ji aliyê Tora Gerdûnî ya Dijî Krîza Xwarinê ve hat amadekirin de, Xeza wekî "cihê ku krîza herî giran a xwarinê dikişîne" hate destnîşankirin.