Li Xezayê li dijî zewacên zarokan projeya 'Gustîlk Mezin'

Komeleya Foruma Ragihandinê ya li Xezayê, bi armanca pêşî girtina zewacên zarokan û di civakê de hişyariyê ava bike projeya 'Gustîlka Mezin' amade kir.

NAGHAM KARAJEH 

Xeza – Komeleya Foruma Ragihandinê bi armanca pêşî girtina zewaca zarokan û avakirina hay jê hebûna civakî û bi taybetî di qadên gundewarî ya li Xezayê de bê meşandin projeya "Gustîlka Mezin" da destpêkirin. Koordînatora projeyêa Hadeel Al-Khatîb diyar kir ku armanca sereke ya projeyê hişyarkirina li dijî tundî û zewaca zarokan û bihîstina dengê jin û keçan e.

‘Gustîlka Mezin’ berpirsiyariya li ser milê zarokan temsîl dike

Hadeel Al-Khatîb bal kişand ser zêdebûna zewacên zarokan û diyar kir ku ev rewş jî berovajî peymanên navneteweyî yên ku ji aliyê Filistînê ve hatine çêkirin e. Hadeel Al-Khatîb diyar kir ku navê projeyê “Gustîlka Mezin” e û bi gotina “Berpirsyarî û barê li ser milê zarokan temsîl dike” û da zanîn bi projeyê re ji bilî hişyarkirina civakê, kesên biryar didin re jî ji bo zewacên temenên biçûk wek tawaneke giran bê binav kirin, ji bo pêkanîna rêkarên qanûnên zext avabikin.

Hiqûq tê binpêkirin

Hadeel Al-Khatîb bi bîr xist ku li gorî Qanûna Zarokan a ku di sala 1954'an de hatiye amadekirin, temenê zewaca keçan 17 sal e û bal kişand ku zewacên di temenê biçûk de bi awayekî neqanûnî bi binpêkirina vê qanûnê te pêkanîn. Hadeel Al-Khatîb bal kişand ev rewş tundiya nav malê û tundiya derûnî bi xwe re tîne û destnîşan kir ku ji dawiya jiyana wan a perwerdehiyê heta jiyana wan a civakî gelek bandorên neyînî li ser zarokan dike.

10 hezar îmze hatin komkirin

Hadeel Al-Khatîb da zanîn ku wan di çarçoveya projeyê de wêne ji bo medyaya dîjîtal amade kirine û armanca wan ew e ku bi belavkirina weşanên taybet bigihînin raya giştî û diyar kir ku wan piştgiriya qanûnî û xebatên perwerdehiyê kirine. Hadeel Al-Khatîb diyar kir ku wan ji radyoyên herêmî jî piştgirî girtine û diyar kir ku di çarçoveya projeyê de heta niha bi hezaran kes gihîştine wan. Hedîl El-Xetîb xebatên wan wiha rêz kir:

"Me nivîsên diwêr û xêzkirin çêkir û xêz çêkirin, broşurên ku naveroka projeya xwe vedihewîne ji saziyên jinan û yên mafên mirovan re şand. Her wiha me nêrînên kolanan ên li ser zewaca zarokan şopand. Ji bo kampanyaya ku me li ser malpera xwe da destpêkirin me zêdeyî 10 hezar îmze kom kirin. Em di pêvajoya amadekirina fîlmek înfografîk de ne."

Hadeel Al-Khatîb bang li saziyên jinan kir ku piştgiriyê bidin projeyê û got ku divê saziyên navneteweyî berpirsyarî xwe pêkbînin.