Li Xezayê jinên karên hunerî dikin rastî astengiyên civakê tên

Jinên Xezayê yên ku di qada hunerê de berhemdar in, ji ber zextên civakê xebatên xwe bi awayê veşartî dikin.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Li Xezayê li pêşiya pêşketinên jinan di qada hunerî de gelek astengî hene. Di van demên dawî de her çendî pêşketinên di warê rewşenbîrî de hebin jî hinek malbat neguherîne û eleqeya jinan a ji bo hunerê xelet dibînin.

Strangotina wê hat astengkirin û bi zorê hat zewicandin

Samah Saqallah kilamên gelêrî dibêje û ew jî weke gelek jinan rastî astengiyên civakî hatiye, diyar kir ku dengê wê ji aliyê gel ve gelek tê ecibandin û wiha got: “Bi riya komên ku kilamên gelêrî îcra dikin, min kêrhatiya xwe keşif kir û min gelek lêvegrên baş girtin. Her cara ku ez derdikevim ser dikê dibînim ku bi saetan guh didin dengê min. Lê belê malbata min her dem zextê li min kir û got ku wê derdor der barê te de çi bibêje. Birayê min li ruxmê ku kêrhatiya min didît jî ez bi zorê cewicandim, ez wê demê 20 salî bûm.”

‘Jinên ciwan ji ber dîlgirtina li malê ditirsin’

Hana Al-Ghoul derhênerî û lîstikvantiyê dike bal kişand ser zoriyên ku jinên bi hunere re mijûl dibin û wiha got: “Di qada hunerê de ev 7 sal in ez dixebitim. Ez bûm şahide jinên ciwan ên ku bi awayekî veşartî karê hunerê didin meşandin. Gelek jinên ciwan ji ber cudahiya qada hunerê rastî tundîtûjiya fizîkî û tirsa girtina di malê de tên. Mînak min ferq kir ku di medyaya dijital de li ser hesabên xwe xebatên xwe yên amadekariyê parve dikin, dema ku min sedema wê pirs kir îşaret bi zextên civakê kirin. Malbat jî ji be lênêrînên civakê naxwazin zarokên wan bi qada hunerê re eleqedar bibin.”

‘Me mêr wekî jin nîşan dan’

Hana Al-Ghoul rewşeke xwe ya bi êş bi van gotinan anî ziman: “Di salên borî de pêwîstiya me bi jinek ku rolê bilîze hebû lê belê ji ber zextên malbatê ev yek ne gengaz bû. Ji ber vê jî me mêrek guherand û kir weke jineke ciwan. Me cilên jinan lê  kir, perûk danî serê wî û şiband jineke ciwan. Carek li ser dikê min perwerde dida komek jinên ciwan, mêrek ket malê, îşaret bi jinek ciwan kir û xwest wê derbixe derve. Ew mêr hevjînê jina ciwan bû, nedixwest ew perwerdeya lîstikvaniyê bibîne. Jineke din a ciwan ku stran digot dema ku derdiket ser dikê rûyê xwe digirt û bi salan navê xwe aşkera nekir di qada radyoyê de di qada muzik û reklaman de dixebitî. Ez rûniştim li gel wê û pê re axivîm, min got wê çawa li mafên xwe bigere û rêbazên îqnakirinê jê re gotin. Di nava 5 salan de nêrînên malbata wê yên li hemberî wê hatin guhertin.”