Li Xezayê jinan qeyrana aborî û bandorên nîqaş kirin
Ji aliyê Tora Jin û Avê ya Filistînê li Şerîda Xezayê ve panelek bi mijara "Di Sektora Avê De Rastiya Jinên Fîlîstînî"

NAGHAM KARAJEH
Xeza – Tora Jin û Avê ya Filistînê, xebatek bi sernavê "Di Sektora Avê de Rastiya Jinên Filistînê" li dar xist. Nûnera Weqfa Kivîna Tel Kîvîna Rana El-Khoury ku di panela li Şerîda Xezayê hat li dar xistin de mafê axaftinê girt, diyar kir ku guherîna avhewayê herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Rana El-Khoury got jinên Filistînê rastî zilm û cudakariyê tên û destnîşan kir ku di parastina jîngehê de jî roleke girîng ya jinan heye.
'Divê jin tevlî pêvajoyên biryargirtinê bibin’
Lêkolîner Hana Hanoûn a ku di panelê de mafê axaftinê girt, diyar kir ku jinan ji bo aboriya xwe ya serbixwe têkoşînek girîng dimeşînin û wiha axivî: “Jinan hem ji bo xwe hem jî ji bo malbatên xwe debarê dabîn bikin, di jiyana kar de hewl didin. Jinan bi awayekî aktîf tevlî sektorên jîngeh û çandiniyê jî dibin, lê divê ji bilî van tevlîbûna jinan ya pêvajoyên biryargirtinê jî bibe. Hana Hanoûn da zanîn ku ji sedî 80'ê herêman ava şîrîn nîne û ji ber vê sedemê fatûreya vê qeyrana avê jinan didin û wiha got: "Ji ber pirsgirêka avê jin neçar dibînin bi şev derkevin kolanan. Ji ber vê yekê bi xetereyê re rû bi rû dibîne. Divê ji bo bidestxistina armancên pêşveçûna domdar û jinan di warê aborî de bihêzkirin, jin di sektora avê de cih bigrin.”
'Qeyrana avê herî zêde bandor li jinan dike'
Koordînatora Projeya Edaleya Avhewayê Endezyar Esraa Shublak diyar kir ku qeyranê avê pirsgirêkên cidî diafirîne. Esraa Shublak a got, qeyranê avê bi xwe re gelek pirsgirêk tîne, wiha axivî: “Zextên li dijî jinan zêde dibin, tundiya bingeha zayendiya civakî tê jiyîn. Tora Jin û Avê ya Filistînê ji bo gihiştina pêşveçûna domdar pêvajoyên, hewil dide jinan tevlî pêvajoya biryargirtinê bike. Me raporek amade kir û me di vê raporê de çend mijaran girt dest. Bi taybetî madeyên ku têkildarî peymanên navneteweyî yên der barê avê û di pêvajoyên wek wekheviya zayendî û tevlîbûna de tevlîna jinan wekî şertek bê danîn. Li aliyê din ve, me pirsgirêkên jinan ên ji ver aloziya avê jiyan dikirin ronî kir.”
Pirsgirêkên ku jin dijîn hatin belgekirin
Berpirsiyara Tenduristî û Jîngehê a Gel ya Saziya Avê ya yek ji axaftvanên panelê Reem Schumer jî diyar kir ku ji rêze belgeyek girîng ku balê dikşîne li ser zehmetiyên jinan ya di sektora avê rû bi rû tên, rêyên bihêzkirina jinan û tevlibûna pêvajoyên biryargirtinê amede kirine û cihên pêwist pêşkêş kirine. Reem Schumer behsa girîngiya xebatê kir û diyar kir ku li ser pirsgirêkên jinan diseknîn û li rêyên çareseriyê digerin.