Li Xezayê jin li navendên spartinê bi tacîzê re rûbirû dimînin

Li Xezayê jin li navendên spartinê ku neçar dimînin li cihekî teng bi hejmarekî zêde bimînin, bi tacîzê re rûbirû dimîn. Esma Mihemed a ku ji aliyê birayê hevjînê xwe ve rastî tacîzê hatiye qala zehmetiyên ku jiyaye, kir.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Şerê 7'ê Cotmeha 2023'an li Zîvala Xezayê qewimiye, malbatên Filistînî neçar kiriye ku di cihên teng de bijîn. Ji 3 heta 5 malbatan di malek de dijîn. Rewş li navendên ku penaber lê dimînin hê xirabtir e. Jin bi tacîzên devkî û fîzîkî re rûbirû dimînin.

Esma Mihemed a ku (nexwest navê xwe yê rast bibêje) ji hêla birayê hevjînê xwe ve bi tacîzê re rûbirû maye, wiha dibêje: "Dema ku bi tacîzên wî re rûbirû mam û xwest zêdetir bike, min agahî da hevjînê xwe ji nêrînan bigre heya destdanên bêexlaqî lê mixabin hevjînê min li şûna min biparêze, li min da. Bi lêdana xwe hişt ku malbat hemû ji xewê şiyar bibin. Gazî malbata min kir, wan jî li min da. Di malbata hevjînê xwe de bûm kesa herî xirab. Li gorî wan ez mêran dixapînim da ku nêzî min bibin. Min bawer nedikir hevjînê min wiha bike û li dijî min derkeve ê ez ne poşmam im ku axivîm. Min lêdan jî xwaribe, ya girîng ew e ku bêdeng nemam."

'Jin ji ber şer û koçberiyê bi tacîzê re rûbirû dimînin'

Parêzer û aktîvîsta hiqîqî Narîman Helis bal kişand ser tacîzê ku jin pê re rû bi tên û wiha axivî: "Ew cureyek ji destdirêjiyê ye ku jin rûbirû pê re dimînin. Tacîz di nava xwe de destdana bê dilxwazî û gotinên derexlaqî yên ku niyeta cinsî nîşan didin, dihewîne. Bûyera ku hatiye serê Esma Mihemed, hatiye serê bi dehan jinan. Wê hêz girt, axivî û hewlda xwe biparêze lê gelek jin ji ber tirsê bêdeng dimînin. Tacîz ji berê ve di civakê de hebû lê bi şer û koçberiya bi darê zorê re zêdetir bûye. Jin bi tacîzê re rûbirû dimîn û bê parastin in, ji ber ku zagon û saziyên têkildar tunene."

Torên alternatîf ên destek didin jinan hatin avakirin

Narîman Helis da zanîn ku gelek ji ber tirs û demxekirina civakê bêdeng dimînin, ji ber ku li şûna bibin mexdûr, wan weke sûcdar dihesibînin û destnîşan kir ku gelek torên ewlehiyê yên alternatîf hatine avakirin ji bo destekdayîna jinan ji aliyê sazî û civakên sivîl ve û wiha pê de çû: "Torên weke Sened, Wehmê û gelek saziyên din ji bo destekdayîna jinên mexdûr hatine avakirin. Ev navend parastina jin û jinên ciwan dikin û destek didin wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan. Di heman demê de ev navened hewl didin sûcdaran ceza bikin."

'Bêdeng nemînin'

Narîman Halis di dawiya gotinên xwe de got ku jin niha ji ber wêrankirina malên xwe û koçberiyê di şert û mercên pir dijwar de ne û got: "Ew neçar mane jiyana pir dijwar û rolên ku ne yên wan in bigrin ser xwe. Debara malbatan ketiye ser milên wan, di encamê de ew bi tacîz û şîdeta li ser bingeha zayendî re rûbirû dimînin. Divê jin ji şerma civakî netirsin, xwe biparêzin û bûyeran eşkere bikin."