Li Xezayê ji destpêka şerê qirkirinê ve zêdeyî 26 hezar astengdar hene
Di Roja Astengdarên Cîhanê de, birînên ku di dinyayê de nehatine dîtin li Xeza hene. Çalakiya li ber Navenda Protez a Xeza hat lidarxistin, felaketa ku kesên astengdar ên li Xezayê dijîn radixe ber çavan.
NEXEM KERACÊ
Xeza - Bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanî, Tora Nûnertiya Astengdara, duh li ber navenda Protez a Xezayê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de gelek kesên astengdar û kesên ku di encama şerê Îsraîlê li dijî Zîvala Xeza de bûne astengdar, amade bûn.
‘Di nav sersariya tibî de beşa herî zirar dîtiye jin in’
Midûrê Yekîneya Fîzyoterapî ya Navenda Protez Amanî el- Hadad, diyar kir ku ev çalakî ne çalakiyek sembolîk e, li dijî bêdengiya navnetewî qêrînek neçariyê ye û wiha got: “Îro bi rastiya felaketek ku wek wê nehatî dîtin re rûbirû ne. Ji destpêka şerê qirkirinê ve, zêdeyî 26 hezar astengdar hene. Ev hejmar tenê asta erjeng nîşan nade, di heman demê de kurtasiya bi temamî hilweşandina pergala tenduristiyê ya di bin dorpêçê de ye, nebûna malzemeyên cerahî û lênêrîna pirspor e jî. Di nava zivrîneka sersariyê de herî zêde jin zirarê dibînin. Jinên astengdar bi êşên zêde re rûbirû ne. Li hawirdorek ku bi temamî hilweşiyaye tevgerkirin ji xwe zor e, mehremiyeta jinan li navendên bicihbûnê, tine dibe. Jinên birîndar ji mafê tedawiya tibî û seansên fîzîyoterapî bê par dimînin. Sedema vê jî, nebûna tîmên tenduristiyê yên jinên pispor e.”
Amanî el- Hadad da zanîn ku bi hezaran jinên astengdar, ji ber hedefgirtina Navenda Protez û nebûna malzemeyên bingehîn, nikarin xwe bigihînin cîhazên destekê yên protez û tevgerê û got: “Dayîkên astengdar, di eleqederbûna bi zarokên xwe re tengasî dikşînin. Bi taybetî şertên koçê, bêyî destekan neçar dibin mesafeyên dûr bimeşin û ev jî rewşa wan hê xirabtir dike.”

‘Min nîvê jiyana xwe winda kir’
Di çalakiyê de Belsam Mustafa ya bi sendeliyê bi teker beşdar bûye, dema êrîşa li dijî mala wan de lingê xwe yê rastê winda kiriye. Hemû xeyalên wê yên perwerdê, bûne rêyek dirêj a têkoşînê û bi dengek bi biryar wiha got: “Min nîvê jiyana xwe ji nişkave winda kir. Min amadekariya ezmûnên amedeyî dikir, ez dersên xwe dixebitîm û min pêşeroja xwe plan dikir. Piştre min xwe wek yeka ku tevnegere û wek havelên xwe neçe dibistanê dît. Êdî nikarim bi tena serê xwe biçim dibistanê, divê yek alîkariya min bike. Ji bo domandina dersên xwe ez nikarim azad tevbigerim. Lê belê her tim ez vê ji xwere dibêjim, ez destûr nadim astendariya min xeyalên min hilweşîne, rê çiqas dirêj be jî ezê perwerdeya xwe bidomînim.”
‘Ez xwe wek di bedena xwe de dîl bûme hîs dikim’
Fatma el-Hululî ji zaroktiya xwe ve ji lingê xwe yê rastê astengdar e û beriya şer protez bikar dianî. Fatma wiha got: “Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hemû tişt hatin guhertin. Dema neçar mam mala xwe biterikînim, ez bi lez derketim û demê min a ez proteza xwe bixim lingê xwe, nema. Tenê gopalê min ê dar hebû, wan jî xwe li ber şertên zor û bombebaranan ranegirt. Ez tenê derketim. Di nava saetan de hemû tiştên derdora me hilweşiyan. Ji wê rojê heta niha tenduristiya min bi temamî xirab bû.”
Fatma el-Hululî îro di konek nîv xirabbûyî de dijî, ji ber nikare xwe bighîne protezê hema bêje nikare tevbigere. Ev du sal in ji ber hedefgirtina navendên protezê, li cihê wê cîhazek jî bi dest nexistiye. Fatma wiha got: “Ez xwe wek ku di nava bedenê xwe de dîlkirî hîs dikim. Ez nikarim çend gavan bavêjim û ji bo tedawiyê nikarim biçim nexweşxaneyê. Li Xezayê êdî pergala tenduristiyê, derman, bijîşk, odeya fîzyoterapiyê tuneye û hemû xirab bûne.”
Çîroka Fatma el-Hululî û Belsam Mustafa, rastiya zor a jinên astengdar a di demê şer de, radixe ber çavan. Hilweşîna binesaziya tenduristiyê û ji ber nebûna xizmetên tenduristiya taybet, jin di aliyê tenduristiyê de bê parastin, ji cîhazên desteka tevgerê bê par dimînin û di qadek ji ewlehiya kesî û cihên bicihbûnê bê mahremiyet dijîn.