Li Xezayê ji bo pêdiviyên jiyanî û tenduristiyê banga lezgîn

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, ragihand ku zêdetirê 30 hezar kesên xwe spartine dibistanan ji av, xwarin, mamaya zarokan û dermanan bêpar in. Hat diyarkirin ku li Xezayê hemû kes birçî ne û têkildarî alîkariyan banga lezgîn hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê ku cihên sivîl û koçber jî hedef tên girtin didomin. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê yê Xezayê Eşref el-Kudra, li ser hesabê xwe yê medyaya diîjîtal daxuyaniyeke nivîskî da. Eşref el-Kudra, bal kişand ser pirsgirêkên Filistîniyên li dibistanên li nêzî Kompleksa Bijîşkî ya Nasir dimînin û diyar kir ku zêdetirî 30 hezar kesên xwe spartine dibistanan ji av, xwarin, mamaya zarokan û dermanan bêpar in.

Eşref El-Qudra, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên girêdayî wî kir ku ji bo pêdiviyên jiyan û tenduristiyê yên kesên ji cih û warên xwe bûne werin temînkirin, mudaxaleyek lezgîn bikin.

NY: Li Xezayê pergala mirovî têk diçe

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonîo Guterres, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal de diyar kir ku li Xezayê hemû kes birçî ne, 1,7 milyon kes koçber bûne û got: "Pergala mirovî têk diçe." Antonîo Guterres, der barê alîkariya mirovî de jî wiha got: "Ez li seranserê Xezayê banga gihandina mirovî ya lezgîn, ewledar, bê astengî, hatiye pêşxistin û dikare bê domandin dikim.”

Mîsyona keşfê ya NY’ê li bakurê Xezayê ye

Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric, di civîna çapemeniyê ya rojane de diyar kir duh û îro mîsyonek keşfe li bakurê Xezayê têkildarî rewşa ewlekarî û lojîstîkê lêkolînan dike. Stephane Dujarric, da zanîn ku armanca sereke ya mîsyona keşfê ya NY’ê ew e ku rewşa li bajar diyar bike û da zanîn ku di vê çarçoveyê de di pêşerojê de dê biryarê bidin alîkarî çawa werin kirin. Stephane Dujarric, da zanîn ku mîsyon wê der barê rewşa giştî ya ewlekarî û lojîstîkê de agahiyan kom bike û diyar kir ku ev gava ewil e û piştî mîsyona keşfê wê ji herêmê re mîsyonek nirxandinan biçe.

'Em fikarên xwe yên têkildarî rojnamevanan tînin ziman'

Stephane Dujarric, ji pirsa li ser hejmara rojnamevanên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye asteke wiha bersiv da û da zanîn ku rojnamevan jî mîna xebatkarên alîkariyên mirovî yên NY’ê li pêşiyê ne û berdêla canê xwe dane. Stephane Dujarric, bi bîr xist ku zêdetirî 150 xebatkarên NY’ê li Xezayê hatin qetilkirin û wiha got: "Em di hevdîtinên xwe yên giştî û taybet de her dem fikarên xwe tînin ziman ku divê rojnameger bêyî tirsa metirsiya jiyanê karê xwe pêk bînin.”

Ji bo agirbestê hewldan didomîn

Ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê hewldanên dîplomatîk jî didomin. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Qeterê ya têkildarî agirbesteke nû, pevguhertina rehîneyan hat kirin de, bal kişand ser evdîtinên di navbera rayedarên Qeter, Amerîka, Îsraîl û Misirê ya li paytexta Fransa Parîsê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku teklîfa di hevdîtinan de hat amedekirin ji aliyê Îsraîlê ve hatiye qebûlkirin û Hamas jî erênî nêzî teklîfê dibe û wiha hat gotin: “Em hêvî dikin di çend hefteyên pêş de di vê mijarê de nûçeyên xweş parve bikin."

Peyama êrîşa Refahê

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê de, hat diyarkirin ku li dijî bajarê Refahê yê li ser sînorê Misrê bi hezaran kesên ku ji Xezayê koçber bûne xwe lê digrin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ku serdana leşkerên Îsraîlê yên li herêma Xan Yûnisa Xezayê kiriye diyar kir ku ew ê berê êrîşên xwe yên li Xan Yûnisê bidin bajarê Refahê yê li ser sînorê Misrê. Yoav Gallant, îdia kir ku êrîşên li Xan Yûnûsê bi encamên bi bandor bi pêş ve diçin û wiha got: "Em ê bigihîjin Refahê û hemû kesên terorîst ji holê rakin."