Li Xezayê ji ber sermayê pitikek jiyana xwe ji dest da
Li Zîvala Xezayê, ji ber kêmbûna pêdiviyên bingehîn û derfetên germkirinê, pitikek 8 mehî jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Gelê Xezayê, bi qeyranekî mirovî ya kembûna stargeh û derfetêm germkirinê yên nebaş û zehmetiyên gihîştina dermankirina bijîşkî re rû bi rû ye.
Di 11’ê Kanûnê de Rehf Ebû Cezar a 8 mehî, li Xan Yunis a li başûrê Xezayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Di encama barana zêde de kona malbata wê zirar dît û pitik jiyana xwe ji dest da.
UNRWA’yê diyar kir ku baran bi taybetî rewşa mirovî ya li kamp û deverên xeternak xirabtir dike. Av derbasî nava konan dibe, xetera nexweşiyê zêde dibe û pêdivî bi gihîştina bêasteng a alîkariya bijîşkî ya lezgîn û amûrên stargehên zivistanê heye. Kesên koçber, ji ber zirartîna tiştan û nebûna parastinê ya ji sermayê, daxwaza stargehek demkî dikin. Ev rewş ji bo bi hezaran malbatên ku di kon û stargehên demkî de dijîn gefek cidî ye. Zivistana borî, bi dehan zarok ji ber serma û lênêrîna tenduristiyê ya nebaş jiyana xwe ji dest dan.