Li Xezayê ji ber gulebarana leşkerê Îsraîlê jinek jiyana xwe ji dest da

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê di roja 192’emîn de berdewam dike. Îsraîl bi gulêyan êrîşê bi dehan kesên ku dixwestin ji başûrê Xezayê vegerin herêmên bakur kir û di encama êrîşê de jinek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Zîvala Xezayê bênavber didome. Bi sedan malbatên Filistînî yên bi destpêkirina êrîşan re xwe spartin navenda Xezeyê, hewl didin vegerin beşa îzolekirî ya bakurê bajêr.

Xebatkarên tenduristî û niştecihên herêmê, ragihandin ku di encama gulebarana hêzên Îsraîlê ya li dijî bi dehan kesên ku dixwestin ji başûrê Xezayê vegerin herêmên bakur de jinek Filistînî mir û 23 kes jî birîndar bûn. Ji aliyê Îsraîlê ve der barê êrîşê de tu daxuyanî nehat dayîn û tê diyar kirin ku bakurê Xezayê heta niha jî wek 'herêma pevçûn' tê pênasekirin û hişyarî tê dayîn ku gelê Filistînî venegerin van herêman.