Li Xezayê hezar û 47 xebatkarkarên tenduristiyê hatin qetilkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha hezar û 47 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Mûdirê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê ya Xezayê Munîr el-Burş, daxuyaniyek da û diyar kir ku nêzî nexweşxaneyek bakurê Xezayê di êrîşa ku Îsraîlê bi balafira bê mirov (ÎHA) kiriye de bijîjk Muhammed Ganim û hemşîr Muhammed Merzuk Selman jiyana xwe ji dest dan.

Midûrê Tenduristiyê diyar kir ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve 310 xebatkarên tendusiristiyê hatine bincavkirin û wiha got: “ Di êrîşan de hezar û 47 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.”

‘Îsraîl sûcên şer dike’

Munîr El-Burş di daxuyaniya xwe de anî ziman ku li bakurê Xezayê pergala tenduristiyê ber bi karesatê  ve diçe û wiha got: “Artêşa Îsraîlê dorpêçkirina nexweşxaneyên li bakur didomîne û hemwelatiyan qetil dike. Bi zorê mirovan ji cih û warên wan dike û ji navendên xwespartinê derdixe. Li nexweşxaneyên bakurê Xezayê derman, av û xurek nîn e. Artêşa Îsraîlê destûr nade ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî bikevin herêmê. Rewşa li bakurê Xezayê bi êş e. Artêşa Îsreîlê li ber çavên cîhanê sûcên şer dike.”