Li Xezayê her ku diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe

Hat diyarkirin ku ji duh şev û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de herî kêm 29 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê êrîşên xwe ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li ser Zîvala Xezayê bê navber berdewam dike. Hat diyarkirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji duh şev û vir ve li dijî nuqteyên cuda yên Zîvala Xezayê de 29 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Navnîşana êrîşan Qampa panebara a Cîbaliyê û Kampa Nûseyrat a Penaberan ya li başûrê Xan Yûnisê bû. Çavkaniyên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Kemal Advan ragihandin ku li navçeya El-Felûce ya Cîbaliyê di êrîşa li ser malekê de 4, li ser mala malbata Ed-Dehduh a li Az- Navçeya Zeytûn a bajarê Xezayê jî 3 Filistîniyan jiyana xwe ji dest danê

Li gor ajansa WAFA ya Filistinê Li herêma Benî Suheyla ya Xan Yûnisê di êrîşa ku li mala koçber lê diman 10, li bajaroka El-Fuharî jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku li rojavayê Qampa Penaberan a Nusayratê di êrîşa li ser malekê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

UNICEF: Divê demildest tundiya li ser zarokan raweste

 Fona Alîkarîya  Zarokan a Netewên Yekbûyî (UNICEF) der barê êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî konên sivîlên koçber ên li kampusa nexweşxaneya Şehîdan a Aksayê ya li navenda Xezayê daxuyanî da. Divê êrîşê de jin û zarok jî dinav de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin topbarana Îsraîlê ya li dijî konên Filistînîyên koçber yên li baxçeyê Nexweşxaneya li Xezayê, divê cihan ji kûr ve bihejîne.

 Di daxuyaniya UNICEF de hat wiha gotin: “ Îro ekranên me bi wêneyên zarokan tên qetilkirin, şewitandin, malbat hewl didin ji konên tên topbarankirin birevin tijî bû” û hat xwestin ku demildest dawî li vê tundiya hovane ya li ser zarokan bê anîn”