Li Xezayê hêjmara miriyan gihîşt 20 hezar û 915’an

Hêjmara kesên ku di êrîşa artêşa Îsrailê li ser Zîvala Xeza jiyana xwe ji dest dane gihîşt 20 hezar û 915’an. Li gora daxuyaniya hikumeta Xezayê cenazeyên 80 Filistiniyên ku duh hat radest kirin rûmeta wan ji nedîtî ve hatiye dîtin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsrailê li ser Zîvala Xezayê ku ji 7’ê Cotmehê ve destpêkirî heta niha berdewam dike. Îsrailê şevê din bi zêdeyî 100 balafirên şer êrîş kir. Hate ragihandin ku di encama topbarana duho malên li Xan Yûnis ku li başûrê herêmê hêjmarek zêde ya kuştî û birindaran hene.

Filîstînê ragihand ku peywendiya wan bi Xaça Sor re qût bûye

Îsraila ku êrîşî nexweşxaneya Nasir a li Xan Yûnis kir, navenda bajar bi topan dike hedef û Êrîşî navenda Xaça Sor a Filistinê a li Xan Yûnisê kir. Bê têla ku di dema qutbûna peywendiyan de dihat bikaranîn jî ziyan dît. Xaça Sor a Filistinê ragihand ku ji ber qutbûna înternet û peywendiyê peywendiya wan li gel tîmên ku li Zîvala Xezayê qut bûye. Li bajarê Refah malek hate topbaran kirin. Di êrîşan de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birindar bûn.

Di rojekê de 241 Filistinî jiyana xwe ji dest dan

Li gor daxuyaniya herî dawî a berdevkê Wezareta Tendirûstiyê Eşref el-Kudra; Hêjmara Filistiniyên ku ji 7’ê Cotmehê heta niha di êrîşên Îsrailê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 20 hezar û 915’an. Hêjmara birindaran jî giha 54 hezar û 918’an. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Îsrailê derdora nexweşxaneya Nasir a li bajarê Xan Yûnisê ku li başûrê Xeza kiriye hedef û bi bîrxist ku bi fikarin ku ev cih jî weke nexweşxaneya ‘Şifa’ ku ji xizmetê hat derxistin û nexweşxaneyên din ên li hermên bakûr heman dawiyê jiyan bikin. Di daxuyaniya ku bang li saziyên navnetewî hat kirin de hat destnîşan kirin ku divê parastina mirovî a nexweşxaneya Nasir, personelên li wêderê, nexweş, birindar û bi hezaran kesên ku ji cihê xwe bûne bikin. 

Ofîsa ragihandinê: Bê rûmetî li cenazeyan hate kirin

Li gora daxuyaniya nivîskî a Ofîsa ragihandina hikumeta li Xezayê, hat diyarkirin ku piştî tevgera bejayî a Îsrailê ku di 27’ê Cotmehê de day destpêkirin 80 cenazeyên girêdayî Filistinê ku piştî êrîşa bejayî  hatîn kuştin û dest danîn ser cenazeyan û bê rûmetî li beramberî cenazeyan kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku cenaze dûh ji deriye sînor ê Kerem Ebu Salim başûr û rojhilatê Zîvala Xezayê girtine û hat bibîrxistin ku hêzên dagirker Filistiniyên ku jiyana xwe ji dest dane di laşên wan de lebetên wan ên jiyanî dizine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Îsrail bi dehan cenaze di destê xwe de digrin û bang kir ku derbarê revandina cenaze û dizîna lebetan divê komîteyek navnetewî û serbixwe were ava kirin.

Mehmûd Abbasî:  Destûr nedin koçkirina Filistiniyan

Serokê dewleta Filistinê Mahmûd Abbasî di roportaja xwe a di 10 kenalên Misirê de hatî weşandin de xwest ku êrîşên li Xezayê bi temamî rawestin û alîkariya mirovî bigihîn. Xwest destur neyê dayîn ku Filistinî ji welatê dayîka xwe koç bikin. Mahmûd Abbasî da zanîn ku di rewşa derketina Îsrailê ji Xeza de berpirsyartiya ku bikeve ser milê wê pêkbîne. Anî ziman ku amadeye berpirsyartiya Rêveberiya Filistin, Xeza, Şaria Rojava û Qudus weke dewletek a Filistinê bigre ser milê xwe.

‘Ji bo agirbestê peywendî berdewam dike’

Mahmûd Abbas got: “Her kêlî dikare konfaransek navnetewî were li darxsitin. Em amadene ku rewşa rewa ya navnetewî bikevin meryetê û di bingehê ku Xeza, Şerîaya Rojava û Qudus digre nava xwe de  di dewletek a Filistinê de lêkolîn bikin.” Mahmûd Abbasî bal kişand ku Îsrail li Xeza rêveberiya Filistinê naxwaze û wiha got: “Îsrail dixwaze li vêderê bimîne û xaka Filistinê parçe bike. Lê belê cîhan vê qebul nake. Bi awayek teorik DYA li dijî vê yekê ye.”

Mahmûd Abbas da zanîn ku di çarçoveya hewldana agirbestê bi Urdûn û Misrê re peywendî berdewam dike û got: “Di demek nêz de wê li gel Emiriyên Yekitiya Ereban û welatên weke Qatar jî bejdar bibin wê cîvînekê bikin, pirsgirêka agirbestê û piştî şer nexşerê were nîqaşkirin.”

‘Ger DYA bixwaze wê şer raweste’

Mahmûd Abbas destnîşan kir ku DYA piştgiriya Îsrailê dike û got: “ Bi nîşanekê ger bixwaze wê şer raweste. DYA yî dibêjin Îsrail guh nadin wan. Em ji wan bawer nakin. Tiştên ku li Xezayê qewimîn li tu cihên cîhanê ne qewimiye. Tiştên hat jiyîn. Ji Nekbe a sala 1948’an trajedîtir e. Ji bo li Xezayê jiyanek nû were avakirin pêwîstî bi deh milyon dolaran heye.”

‘Hêvî xelas ne bûye’

Mahmûd Abbas diyarkir ku hêvî xelas ne bûye û wê Xeza li gor ku heye wê bi awayek hê xweşiktir rabe ser lingan û got: “Divê êdî cîhan fem bike ku êdî em gelek ku mafê me yê jiyankirinê û tu sedemek ê me nemaye ku em dibin dagirkeriyê de bininin heye.”