Li Xezayê hejmara miriyan derket 10 hezar û 328’an

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 10 hezar û 328’an. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî banga xwe ya ji bo rawestandina lezgîn a mirovahî dubare kir.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin. Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya li Xezayê da hat diyarkirin ku ji 7’e Cotmehe vir ve hejmara Filistiniyen ku jiyana xwe ji dest dan derkete 10 hezar ü 328’an. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar û 237 zarok in.

Banga lezgîn a mirovahî ji WHO

Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Christian Lindmeier jî di civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî de derbarê êrîşan de nirxandinan kir. Christina Lindmeier, bibîrxist ku pevçûn mehek e berdewam dike, banga WHO ya ji bo rawestandina mirovî ya lezgîn ji bo rakirina êş û azaran dubare kir û go: "Li Xezayê bi hezaran mirov dimirin, kesên sax mane jî bi travma, nexweşî nebûna erzaq û avê re rû bi rû ne. Pêdiviya Xezayê bi jiyanê heye."

'16 xebatkarên tenduristiyê yên li ser kar hatin qetilkirin'

Christina Lindmeier, diyar kir ku li Xezayê bi tevahî 160 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku 16 ji wan di dema wezîfeyê de hatine qetilkirin. Christina Lindmeier diyar kir ku li Xezayê 102 û li Şerîa Rojava ya ku di bin dagirkeriyê de ye 121 êrîş li navendên tenduristiyê hatine kirin.