Li Xezayê hejmara miriyan bû 33 hezar û 797

Li Xezaya ku Îsraîlê ev 192 roj in bê navber êrîşên xwe didomîne, 33 hezar û 797 kes mirin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyeke nivîskî geşedanên dawî yên der barê êrîşên Îsraîlê ragihand.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku  li Zivala Xezayê di 24 saetên dawî yên êrîşên Îsraîlê de 68 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 94 Filistînî jî birîndar bûne. Bi daneyên dawî re hat ragihandin ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir ve jiyana xwe ji dest dane derket 33 hezar û 797’an û hejmara birîndaran jî derket 76 hezar û 465’an.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku di bin xirbeyan û li kêleka rê de cenaze hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê, tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.