Li Xezayê hejmara miriyan bû 33 hezar û 729

Li Zîvala Xezayê di êrişên 24 saetên dawî de 43 kesan jiyana xwe ji dest dan, 62 kes jî birîndar bûn. Hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 33 hezar û 729.

Navenda Nûçeyan- Êrişên artêşa Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha berdewam dikin. Hejmara kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane bû 33 hezar û 729.

Di daxuyaniya herî dawî ya ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ve hat dayîn de, der barê êrişên Îsraîlê de agahî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên di 24 saetên dawî de li ser Zîvala Xezayê 43 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 62 Filistînî birîndar bûne. Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de ji 7’ê Cotmehê ve heta niha jiyana xwe ji dest dane bû 33 hezar 729, hejmara birîndaran jî bû 76 hezar û 371.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser rê û di bin xirbeyan de cenaze hene lê belê ji ber astengiyên hêzên Îsraîl tîmên tendirustiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.