Li Xezayê hejmara miriyan bû 33 hezar û 207

Hejmara kesên ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de de jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 207.

Navenda Nûçeyan - Artêşa Îsraîlê ev 185 roj in bênavber êrîşên xwe yên li dijî Zivala Xezayê didomîne.

Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve têkildarî daneyên dawî yên li herêmê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di êrîşên ku di 24 saetên dawîn de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve li ser Zivala Xezayê hatin kirin de 32 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 47 Filistînî jî birîndar bûn.

Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir ve li ser Zivala Xezayê hat kirin de hejmara kesên ku mirin derket 33 hezar û 207’an û hejmara birîndaran jî derket 75 hezar û 933’an. Ji aliyeke din ve di daxuyaniyê de teqez li ser vê yekê hate kirin ku hîn jî cenaze di bin xirbeyan û li ser rêyan de mane, lê ji ber astengiya leşkerên Îsraîlê, tîmên tendirûstiyê û berpirsên alîkariya sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.