Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe

Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên li ser Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dan derket 45 hezar û 259’an.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê  daxuyaniyeke nivîskî da.

Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di "4 qetlîamên" ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Zîvala Xezayê pêk anî de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 54 kes jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê hatin kirin da hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 45 hezar û 259’an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 627’an.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber astengiya Îsraîlê tîmên tenduristiyê û hêzên parastina  sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.