Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar 683

Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê li ser Zîvala Xezayê de ji 7’ê Cotmehê heta niha jiyana xwe ji dest dane giha 34 hezar û 683’an.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirûstiyê ya Filistînê der barê bîlançoya êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de agahiyên der barê êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê heta niha li ser Zîvala Xezayê didomîn hat parvekirin û hat ragihandin ku herî kêm 34 hezar û 683 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha hat diyarkirin ku şer bû sedemê karesateke mirovî û hilweşîneke mezin.