Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 31 hezar û 272

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane di 24 saetan de 88 kes zêde bû û gihişt 31 hezar û 272 kesan.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Qudra, têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Zîvala Xezayê 86 Filistînî qetil kir û 135 Filistînî jî birîndar kir.

Di daxuyaniya ku hate diyarkirin li Xezayê di êrişên ji 7’ê Cotmehê vir ve berdewam dikin de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 31 hezar û 272 û hejmara birîndaran jî bû 73 hezar û 24 kes, hate destnîşan kirin ji sedî 72’ê Filistîniyên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de li Xezayê ‘10 komkujî’ pêk anîne û hate balkişandin ku hêj di bin kavilan û li ser rêyan de cenaze hene.