Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 183

Hejmara kesên ku di êrîşên arteşa Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 183.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirûstiya Filistinê ya li Xezayê, der barê êrîşên Îsraîlê yên 200 roj in li dijî Zîvala Xezayê didomîne de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 24 saetên dawî yên êrîşa artêşa Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezyê de 32 Filistiniyên din jiyana xwe ji dest dane, 59 Filistînî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Zîvala Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane bûye 34 hezar û 183’an û hejmara birîndaran jî bûye 77 hezar 84. Her wiha hate bibîrxistin ku hêj dibin xirbe û li ser rêyan de cenaze hene.