Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 91

Hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 91.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê Eşref el-Qudra, têkildarî êrîşên Îsraîlê yên 182 rojin li dijî Zîvala Xezayê didomîn, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de di êrişên Îsrailê li dijî Xezayê 45 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane û 82 Filistînî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Zîvala Xezayê pêktîne de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 91 û hejmara birîndaran jî bû 75 hezar û 750. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hêj dibin kavîlan û li ser rêyan cenaze hene, lê belê ji ber astengiyên Îsraîlê tîmên tendirûstiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.