Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 32 hezar û 845

Wezareta Tenduristiyê ya Filistinê ya li Xezayê, ragihand ku ji 7'ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 32 hezar û 845.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistinê ya li Xezayê, têkildarî di roja 178'an a êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê, bîlançoyeke nû eşkere kir.

Li gorî vê yekê, li Zîvala Xezayê ku nêzî 6 meh in şer lê dewam dike, di êrîşên Îsraîlê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 32 hezar û 845.

Wezaretê, diyar kir ku 75 hezar û 392 kes jî birîndar bûne. Li gorî heman çavkaniyê di nava 24 saetên dawî de di êrîşên Îsraîlê de 63 kes hatine qetilkirin.