Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 32 hezar 975

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de, di 24 saetên dawî de bi qetilkirina 59 kesan, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 32 hezar û 975.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Zîvala Xezayê, bênavber didomin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê Eşref El-Qudra, di roja 180’emîn a êrîşan de daxuyaniyek da û agahiyên dawî parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de di êrîşên hêzên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de 59 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane û 83 Filistînî jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejmara kesên di êrîşên ji 7’ê Cotmehê vir ve didomin de jiyana xwe ji dest dane bûye 32 hezar û 975 û hejmara birîndaran jî bû 75 hezar û 577.

176 xebatkarên NY’ê hatin qetilkirin

Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Zîvala Xezayê ku artêşa Îsraîlê nêzî 6 meh in êrîşên xwe didomîne, 176 xebatkarên wê hatine qetilkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ve hate dayîn de, hat diyarkirin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Zîvala Xezayê 176 xebatkarên UNRWA’yê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku astengiya Îsraîlê ya li dijî gihandina xurek û pêdiviyên bingehîn ên UNRWA’yê ya ji bakurê Xezayê jî berdewam dike.