Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 31 hezar û 923

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan di 24 saetan de 104 kes zêde bû û bû 31 hezar û 923.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di êrîşên hêzên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de 104 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 162 Filistînî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên ku di êrîşên ku ji 7’ê cotmehê vir ve ji aliyê Îsraîlê ve hatin kirin de jiyana xwe ji dest dan bûye 31 hezar û 923 û hejmara birîndaran jî bûye 74 hezar û 96. Hat zanîn ku hê di bin kavilan de li kêleka rê cenaze hene.