Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dane gihîşt 30 hezar û 717'ê

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane di 24 saetan de 86 kes zêde bû û gihişt 30 hezar û 717'ê.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, der barê êrîşên Îsraîlê yên 152 rojan li dijî Zîvala Xezayê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawî de 86 Filistînî qetil kirine û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 30 hezar û 717.

348 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di êrîşên dawî de bi birîndarbûna 113 Filistîniyan re hejmara birîndaran bû 72 hezar û 156 û li Xan Yunisê û bakurê Xezayê heta îro 348 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û 269 xebatkarên tenduristiyê jî hatine desteserkirin.

'Di bin kavilan de cenaze hene'

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de li Xezayê ‘9 komkujî’ pêk anîne û hate balkişandin ku hêj di bin kavilan û li ser rêyan de cenaze hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlî, xebatkarên tendirûstiyê û hêzên parastina sivîl nekarîn xwe bigihînin cenazeyan.