Li Xezayê di êrîşên artêşa Îsraîlê de jinek hat kuştin

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yê Şerîda Xezayê de, di nav de jinek jî 4 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yên Xeta Şerîda Xezayê de, 4 kes di nav de jinek jî jiyana xwe ji dest dan.

3’ê kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ev agahî parve kirin û diyar kir ku di êrişeke hewayî de li nêzî bajaroka Mihrafayê, kesekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha  di êrîşên bi çek û topbaranê de yên li nêzî bajarê Xezayê de jî 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Jineke 40 salî jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xeta Şerîda Xezayê jî, di êrîşa hêzên Îsraîlê de jineke 40 salî jiyana xwe ji dest da. Di heman çarçoveyê de  artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan di çend rojên borî de li hundirê Şerîsa Xezayê de endamên Tevgera Hemasê armanc girtin.