Li Xezayê di 6 mehan de 33 hezar û 360 kes jiyana xwe ji dest dan

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 360.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên bênavber ên Îsraîlê ya li dijî Zîvala Xezayê de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 33 hezar û 360.

Wezaretê, diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 153 kes jiyana xwe ji dest dan û ragihand ku di şerê 6 mehan de 75 hezar û 993 kes jî birîndar bûne.