Li Xezayê di 24 saetan de 127 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê diyar kir ku Îsraîlê nexweşxaneya Nasir, veguherandiye baregeha leşkerî û bi dehan personelên nexweşxaneyê dorpêç kirine.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve dest pê kirine berdewam dikin. Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê yê Xezayê Eşref el-Kudra der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser herêmê de daxuyanî da.

Eşref el-Kudra da zanîn ku hêzên Îsraîlê di nava 24 saetan de li Zîvala Xezayê 127 Filistîniyên din jî qetil kirine, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 28 hezar û 985. Eşref el-Kudra destnîşan kir ku di êrîşên dawî de hêzên Îsraîlê 205 Filistîniyên din birîndar kirine û li Zîvala Xezayê bi giştî hejmara birîndaran bûye 68 hezar û 883.

Eşref el-Kudra diyar ku hê di bin xirbe û li ser riyan cenaze hene lê belê ji ber astengkirina hêzên Îsraîlê tîmên tendirustiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.

‘Îsraîlê nexweşxaneya Nasir vegerand baregeha leşkerî’

 Eşref el-Kudra der barê geşedanên herî dawî li nexweşxaneya Nasir ku artêşa Îsraîlê demek e dorpêç kiriye û ji 15’ê Sibatê ve desteser kiriye de daxuyaniyek cuda ya nivîskî da û wiha got: “Îsraîla dagirker, nexweşxaneya Nasir ji derveyî xizmetê hişt, veguerandiye baregeha leşkerî.” Eşref el-Kudra bi bîr xist ku leşkerên Îsraîlê 70 personelên li nexweşxaneyê dixebitin desteser kirine, diyar kir ku di nexweşxaneyê de tenê 25 personelên tendirustiyê mane.

‘7 nexweşên li beşa çavdêriya awarte jiyana xwe ji dest dan’

 Eşref el-Kudra da zanîn ku artêşa Îsraîlê ji ber ku kehrebeya nexweşxaneya Nasir qut kiriye, 7 nexweşên li çavdêriya awarte jiyana xwe ji dest dane, bi dehan nexweşên ku rewşa wan xeternak e dibe ku jiyana xwe ji dest bidin.

Eşref el-Kudra, bal kişand ku leşkerên Îsraîlê bijîjkê çavdêriya awarte desteser kirine û li nexweşxaneyê bijîjkên ku nexweşên xeternak bişopînin nemane û got: “Hêzên Îsraîlê yên dagirker, bi dehan nexweşên ku nikarin hereket bikin desteser kirine. Nexweşan bi sedyeyên leşkerî xistine kamyonan birine cihekî nediyar.”

‘3 jinan di şert û mercên zehmet de zarok anîn’

Eşref el-Kudra anî ziman ku 3 jinan li nexweşxaneya Nasir di şert û mercên zehmet û bê ewle de, ji av, xwarin û hijyene bêpar zarokên xwe anîne cîhanê, ji ber qutbûna kehrebe û jeneratorê, li nexweşxaneyê bi temamî av hatiye qutkirin.