Li Xezayê dayikek ji bo kurê wê bê dermankirin di greva birçîbûnê de ye
Jina bi navê Heba al-Wahidî ji bo kurê xwe yê di êrişên Îsrailê li ser Xezayê de birîndar bûye li welatek were dermankirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.
RAFÎF ASLAM
Xeza – Êrişên Îsrailê li ser Zîvala Xezayê bê navber didome. Heba al-Wahidî ji bo kurê xwe yê di êrişên Îsrailê li ser Xezayê de birîndar bûye were dermankirin gelek bang kir lê belê hemû bangê wê bê bersiv man.
Kurê Heba El-Wahidî rojnameger Fadî El- Wahîdî di 9’ê Cotmehê de di encama êrişên Îsrailê de ji stuyê xwe felc bûye û jiyana wî di xeteriyê de ye ji bo daxwaza mafê tedawiya derveyî welat ev 9 roj e bê navber di çalakiya greva birçîbûnê de ye.
Heba El-Wahidî da zanîn ku kurê wê zêdeyî 40 rojan li nexweşxaneyê razandiye, serlêdana sazî û rêxistinên mafê mirovan yên navneteweyî û rojnamegeran kiriye, lê tu encamek ne girtiye.
Ji bo kurê xwe dest bi greva birçîbûnê kir
Heba El-Wahidî destnîşan kir ku dema bê ciddiyet û bêdengiya civaka navneteweyî ferq kiriye, biryar daye gavek cidî biavêje, dest ji girtina dermanên xwe yên penceşêrê berdaye û ji bo rewşa kurê wê were dîtin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.
Heba El-Wahidî da zanîn ku ji ber derman kêmin êşên kurê wê zêdetir bûye. Heba al-Wahidî got ku ji bo tedawiya kurê xwe ger ji sedî 1 hêviyek hebe jî wê daxwazên xwe bîne ziman û dengê xwe bilind bike. Heba al-Wahidî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta niha tu kes û saziyên navneteweyî ji bo kurê wê tiştek nekirine û jê re nebûne hêviyek û got: “Kurê min Fadî ji bo dîmenê komkujiyên hêzên Îsrailê li ser Zîvala Xezayê ragihîne li qadê nûçegihantî dikir.”
Serlêdanên wê bê encam mane
Heba El-Wahidî diyarkir ku nexweşiya penceşêre pêre heye û ji bo tedawiyê divê sewqî derveyî welat bibe. Tevî daxwaz ji Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê kiriye, li Zîvala Xezayê ji bo rewşa wê were zanîn û ji bo testên pêwîst ekîpmanên radyoloji tune ye, heta niha jî sewq nekirine.
Heba El-Wahidî ji bo sebzeyên kurê wê dixwaze çûbû bazarê, lê belê li bazarê zebze nebû û saetên zêde li ser lingan mabû piştre ketiye û hişê xwe winda kiriye û ji aliyê hevalên kurê wê ve hatibû rizgarkirin û dû rojan ser sandalye derbas kiriye.
Hiba El-Wahid da zanîn ku berê kurê wê dermanên wê peyda dikir, îro ji ber rewşa kurê wê, kes nemaye di tedawiya wê ya bi penceşêrê re alîkariyê wê bike û ev rewşên psîkolojîk her roj xiratir dibe.
Heba El-Wahidî tevî mirinên ku bûye şahid û ev zêdeyî mehek e ji mala xwe ya li Bakurê Zîvala Xezayê derneketiye. Ji bo tedawiya kemoterapî bigre dema deriyê Refah yê li sînorê Filistîn-Misir vebû nexwest derbikeve.