Li Xezayê çalakiyên roja jinan dê tevahiya meha Adarê bidome
Çalakiyên ku di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Xeza ya Filistînê hatin lidarxistin, dê tevahiya meha Adarê berdewam bikin.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Dîrektora Navenda Medya ya Civakî Andileeb Adwan, femînîst Enaam Abû Qînas û Dîrektora Roles Foundation for Social Change Sahar Al-Qawasmeh bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ajansa me ra axivîn.
Dîrektora Navenda Medya ya Civakî Andaleeb Adwan, bal kişand ku wek li hemû cîhanê jin li Filistînê jî rastî gelek binpêkirina mafan tên û diyar kir ku divê li Filistînê qanûnan li gorî jinan bên guhertin.
'Em ji bo bidestxistina mafên xwe yên hatine dizîn têdikoşin'
Andaleeb Adwan diyar kir ku li Filistînê ku jin di her qadê de di bin zextê de ne, saziyên jinan bi bername û projeyên xwe, xizmetên derûnî, aborî, perwerdeyî û civakî pêşkêşî jinan dikin û wiha got: "Ji bo pêşxistina jêhatibûna jinan û di her warî de xurtkirin jinan xebat tên meşandin. Em ji bo bidestxistina mafên xwe yên hatine dizîn têdikoşin. Divê kesên biryardan, ji bo guhertina qanûnan, parastin û ewlekirina mafên jinan polîtîkayan pêş bixin."
Dê tevahiya meha Adarê dê çalakî bidomin
Andaleeb Adwan der barê çalakiyên ku dê navendê di tevahiya meha Adarê de pêkbîne wiha got: "Dê di mijara ewlehiya dijîtal de ji bo jin û zarokên keç 10 atolyeyên bilindkirina hişmendiyê bên pêkanîn. Li dibistanan ji bo zarokên keç û kur 5 lêyîsytokên şanoyê bên pêşkêşkirin. Malbatan dê di mijara binpêkirinên medyaya dîjîtal de bên perwerdekirin. Di çarçoveya êrîşên li dijî parêzvanên mafên jinan de dê rûniştinek bê lidarxistin. 30 çîrokên li ser mexdûrên tundiyê dê bên weşandin û veguherînin pirtûk. Bi dirûşmeya 'Parastin maf e’ belavokên bi mijara mafên jinan bê weşandin.”
Dê ji bo berdana 35 girtiyan bangawazî bê kirin
Femînîst Enaam Abû Qinas jî diyar kir ku îro bi wesîleya 8'ê Adarê ji bo berdana 35 girtiyan dê bang li saziyên navneteweyî bikin. Enaam Abû Qinas destnîşan kir ku jinên Filistînî xwedî modela hêz û berxwedanê ne ku divê mînak were girtîn.
'Mafên me yên herî bingehîn tên binpêkirin'
Dîrektora Roles Foundation for Social Change Sahar Al-Qawasmeh jî bi bîr xist ku jinên Filistînî ji dîrokê heta îro berxwedaneke girîng nîşan dane û wiha axivî: “Em ji gelek welatan di rewşeke cuda de ne. Em di bin dagirkeriyê de ne û dayik bi salan li benda cenazeyên zarokên xwe yên winda ne. Mafên me yên herî bingehîn jî tên binpêkirin, lê em dest ji berxwedanê bernadin."