Li Xezayê bi hezaran kes bi bendawariya tehliyeya tibî mirin

Li Zîvala Xezayê qeyranek tenduristiyê ya nehatiye dîtin tê jiyîn. Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya li Filistînê, ragihand ku bi hezaran nexweşên ku li Xezayê benda tehliyeya tibî bûn jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Hilweşîna pergala tenduristiyê ya li Xezayê, êşa gel girantir dike. Nexweş bi kêmbûna giran ên derman û xizmetên bijîşkî re rû bi rû ne û rêxistinên navneteweyî, dan zanîn karesateke mirovî ku dê bandor li jiyana bi mîlyonan kesan bike tê jiyîn.

Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, diyar kir ku di navbera meha Tîrmeh û Mijdara 2025’an de li Xezayê nêzî hezar û 92 nexweş dema li benda tehliyekirina tibî bûn jiyana xwe ji dest dan û ev hejmaran tenê daneyên fermî vedihewîne. Hêj zêdetir qebûlkirina nexweşan a welatan û arestebûna tehliyeyan a ber bi Rojhilatê Qudsê û Şerîaya Rojava ve jiyanî ye.

Qeyrana tenduristiyê li Xezayê kûrtir dibe; ji 36 nexweşxaneyan tenê 18 nexweşanê bi qismî dixebitin, ji sedî 43’ê navendên tenduristiyê yên seretayî dixebitin û bi taybetî ji bo nexweşiyên dil û kronîk hatina  derman û pêdiviyên tibî hêdî û tevlihev e û ev yek jî ji bo nexweşan dermankirinê dijwar dike. zêdetirê hezar jê zarok, nêzî 18 hezar û 500 nexweş li benda lênêrîna lezgîn û tehliyeyê ne. Nûner, diyar kir ku redkirina Îsraîlê ya vekirina korîdora tibî ya ber bi Rojhilatê Qudsê û Şerîaya Rojava astengiya herî mezin a tehliyeyan e û hişyarî da ku ger rewşa heyî berdewam bike, bêtir nexweş dê bimirin an jî tenduristiyên wan xirabtir bibe.

Rayedarê NY’ê, destnîşan kir ku pergala tenduristiyê ya Xezayê rûxmê wêrankirinê bi qismî dixebite, lê derman û pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn bi awayekî cidî kêm e. Nîvê nexweşxaneyan bi qismî dixebitin, li bakur 37 hezar kes nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan û di xizmetên tibî û dermankirinê de kêmasiyên cidî hene.