Li Xezayê bandora ‘koçberiya hevjînan’ hat nîqaşkirin

Li Xeza navenda karê jinan bi sernavê “Li Şerîda Xezayê koçberiya hevjîn û bandorên vê yê li ser jin û malbatê” konfaransek hat li darxistin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Navenda Karûbarên Jinan a Xezayê bi armanca pêşkeşkirina encamên lêkolîna bi sernivîsa “Li Şerîda Xezayê koçberiya hevjîn û bandorên vê yê li ser jin û malbatê”, axiftina li ser rastiya jinên li Xezayê, bilêvkirina pirsgirêkên ku jin dijîn konferansek li dar xist. Di konfaransê de destpêkê filma Aide hat pêşandin. Film çîroka jinek ku hevjînê wê koçber dibe û ew jin mexdûr dibe vedibêje. 

‘Koçberî nerênî bandor li ser jinan dike’

Lêkolînvana civakî Ofal Wahba ku di navenda karê jinan de kar dike wiha got: “Li şerîda Xeza di wilayetên cûda de min lapirsîn bi 30 jinan re kir. Min guhê xwe da çîrokên van jinan, ev jinane ji ber koçberiyê rastî gelek zoriyan hatine. Ji ber ewlehiyê ev çîrokane nehat nîşandan. Hevjînên van jinan bi rêyên qaçaz berê xwe dane rêya koçberiyê. Ev kesên ku ketine di bin deynana de, di aliyê aborî de gelek zehmetî kişadin. Gelek ji wan kar nabînin û rewşa aboriya malbatê gelek xirabe. Gelek jin ji aliyê deyndarê hevjînên xwe ve rastî tacîzê tên.”

‘Rastî zextên civakê tên’

 Olfat Wahba diyarkir ku ji derveyî pirgirêkên koçberiyê, jin ji ber sîstema mêrsalarîyê jî zehemtiyan dikêşin û wiha got: “Jin gelek caran ji bo zarokên xwe yên kur bi sekinîn gelek zoriyan dikêşin, ji derveyî wê jî weke jin rastî zextên civakê tên.”

‘Bi van jinan re nexweşiyên fizîkî û ruhî çêdibin’

Lêkolîvana Sahayê  Fatima Abu Mehdi got: “Ew jinên ku piştevaniya malbatê girtine ser milê xwe bi nexweşiya şikr, ji ber xebitîna zêde gelek nexweşiyên din yên kronîk yên weke dil û fizîkî pêre peyda dibin.”

‘Em pirsgirêkan diteyîsinin’

Rêveberiya navenda karê jinan Amal Siam wiha got: “Navenda me ji bo edalet û wekheviyê pêk bîne û hewil didin jinan bi hêz bikin. bi gelek lêkolînan pirsgirêkan diteyisînin.”

‘Lêkolîn ji bo ditîna çareseriyê hat kirin’

Amal Siam der barê encamê lêkolînê de wiha got: “Ji bo hişmendiya tundîtûjiya li Xeza em kêm bikin û em alşkariya jinan bikin û ji bo em ji wan re çareseriyê bibînin me dest bi lêkolînan kir. Di encama lêkolînê de jin bi çanda bêdengiyê tê mezinkirin.  Ji ber vê jî ditirsin, eve jî ji bo çareseriyek mayînde ya ji bo pirsgirêka koçberiyê zehmet dike. di lêkolînê de gelek ji sedan û istatistik hatin lêkolînkirin û ew jinên ku hevjînên wan koçber bûne ji sedan 82’ê wan bêyî ku malbata xwe bi fikire bi awayek mayîn de li diyaspora dimînin û eve jî bûye sedemê dahata malbatê kêm bibe. Hevjînên koçber yên şerîda Qaxe ji bo hevjînên xw eji bîr bikin li ew welatên ku bi cih bûne biryar didin li gel jinek din bi zewicin. Li gora envamên ku bi dest ketine, ji sedan 61’ zarokan naxwazin li gel bavên xwe bi axivin. Ev jî dibe sedemê belavbûna malbatê.”