Li Xezayê agirbest

Piştî şerekî dijwar ê 15 mehan, di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbest hat îlankirin. Biryare roja yekşemê agirbest bikeve meriyetê.

Navenda Nûçeyan- Serokê Emerîkayê Joe Biden û serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî duh ragihandin ku lihevkirineke agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de li Xezayê pêk hatiye. Her wiha diyarkirin ku lihevkirina agirbestê wê roja Yekşema bê were bicihanîn.

Joe Biden diyar kir ku Emerîka wê beşek ji pêvajoya yekemîn a serbestberdana rehînan bin û dê Filistînî jî karibin vegerin taxên xwe yên li herêmên Xezayê û eşkere kir ku di lihevkirinê de hatiye destnîşankirin ku heta dan û standin berdewam bikin dê agirbest bidome û got: “Îsraîl wê di nava 6 hefteyên pêş de qonaxa duyemîn a lihevkirinê gotûbêj bike.”

Agirbest wê 19 çile bikeve meryetê

Serokwezîrê Qeterê piştî du hevdîtinên cuda yên li Dohayê li gel şandeyên Hemas û Îsraîlê di civîneke çapemeniyê de got: “Qeter, Misir û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) bi kêfxweşî lihevkirinek têkildarî Xezayê radighînin.”

Al El Sanî da zanîn ku lihevkirin wê roja Yekşemê (19 Çile) bikeve meryetê û got: “Li gorî peymanê, Hemas wê 33 rehînên zarok, jin û kesên bi temen ên Îsraîlî serbest berde. Li beramberî wê dê Îsraîl dîlgirtiyên Filistînê berde.”

Li gorî lihevkirina agirbestê, di qonaxa ewil de ku 42 roje, Îsraîlê dê ji rojhilat û dûrî qadên niştecihan vekişe, dê dîlgirtî, rehîn û cenaze bi hev werin veguhestin, koçber vegerin cihên xwe, hewldanên derbaskirina alîkariyên mirovî werin zêdekirin, her wiha nexweşxane, labratuwar, parastina sivîl û wargehên koçberan werin sererastkirin.

Dê hemû rehîne werin berdan

Li gorî çavkaniyên agahdarî lihevkirinê ragihandine, destpêkê dê tevahî rehîne bêne berdan, piştre dê cenazeyên rehînên kuştî werin radestkirin.

Çavkaniyan gotin: “Hemas dê di nava 6 hefteyan de rehînan berde, her hefteyekê dê 3 rehîn werin berdan. Rehînên din jî dê beriya bidawîbûna qonaxê werin berdan. Di qonaxa duyemîn de leşkerên Îsraîlê jî di nav de dê tevahî rehîn werin berdan, agirbesteke daîmî pêk were û leşkerên Îsraîlê bi temamî vekişin.

Çavkanî îşaret bi wê yekê kir ku li gorî agirbestê, di rojên agirbestê de dê her roj 600 kamyonên alîkariyên mirovî jî 50 tankerên sotemeniyê derbasî Xezayê bibin. Ji bo bakurê Xezayê jî 300 kamyon hatine veqetandin.

Her wiha Peymana agirbestê ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve hat piştgirîkirin