Li Xezayê 73 hezar û 118 kesan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezayê, ragihand ku hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve di şer de jiyana xwe ji dest dan bû 73 hezar û 118. Hat ragihandin ku operasyonên leşkerî didomin û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê nikarin bigihîjîn kavilan.

Navenda Nûçeyan – Şerê li Zîvala Xezayê, bi êrîşên hewayî yên Îsraîlê û operasyonên leşkerî yên ku xalên cuda yên herêmê hedef digre re dibe sedema zêdebûa mirina mirovan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, îro ragihand ku hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve di şerê Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 73 hezar û 118’an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 615. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li deverên cuda yên Xezayê didomin.

Di rojek de gelek Filistînî hatin kuştin

Wezaretê, ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de 8 cenaze û 17 birîndaran rakirine nexweşxaneyên li Xezayê û hê jî gelek kesên din di bin kavilan de ne. Her wiha hat ragihandin ku ji dema peymana agirbestê ketiye meriyetê heta niha hezar û 92 kes jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar û 507 kes jî birîndar bûne û 799 cenaze jî ji kavilan hatine derxistin.

Heyva Sor a Filistînê, bi koordînasyona Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re, ji bo tehliyekirina nexweş û birîndaran ji Xezayê ya bi riya deriyê sînor ê Refahê operasyonek nû da destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de 36 nexweş û 57 refaqatvan ji bo domandina dermankirina xwe ji Xezayê hatin derxistin.

Ev pêşketinên li qadê, bi gera nû ya danûstandinan a bi navbeynkar û aliyên pêwendîdar re li Qahîreya Misrê hatiye destpêkirin re hevdem didome. Di danûstandinan de mayîndebûna agirbestê û derbasbûna xala din a peymanê tê nîqaş kirin. Tê hêvîkirin ku danûstandinan aloziyan kêm bike û şert û mercên mirovî yên xirab a li Xezayê baş bike.