Li Xezayê 5 hezar û 87 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Xezayê di 24 saetên dawî de 182 jê zarok 436 Filistînî di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 5 hezar û 87.

Navenda Nûçeyan - Piştî operasyona Hemasê ya bi navê 'Tofana Eqsayê' ya di 7'ê Cotmehê de pêk hat, qetlîamên Îsraîlê yên li Şerîda Xezayê ku sivîl û cihên niştecihbûnê dike hedef, dewam dike. Îsraîl jî nexweşxane û kampên penaberan bi êrîşên hewayî dike hedef.

Di 24 saetan de 436 kes jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê der barê kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane de daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê; Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de di 24 saetên dawî de 182 jê zarok 436 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

5 hezar û 87 kes jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê vir va li ser Şerîda Xezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 87an. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 2 hezar û 55 zarok û hezar û 119 jî jin in. Hejmara birîndaran bû 15 hezar û 273.