Li Xezayê 44 hezar û 708 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Xezaya ku 429 roj in êrişên Îsraîlê lê didomîn hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 44 hezar û 708.
Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê didomin. Di êrişên ku artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir va li ser Xezayê pêk tîne de tenê di 24 saetên dawîn da 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan bû 44 hezar û 708.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê de hat diyarkirin ku di 24 saetan de di 4 qetlîamên ku ji aliyê Îsraîlê ve li gelek deverên Xezayê hatin kirin de 44 kesan jiyana xwe ji dest dane û 74 kes jî birîndar bûne.
Hat destnîşankirin ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir va li ser Xezayê didomin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 44 hezar û 708 û hejmara birîndaran jî bûye 106 hezar û 50.