Li Xezayê 41 hezar û 252 kesan jiyana xwe ji dest da

Hejmara kesên ku di êrişên artêşa Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane weke 41 hezar û 252 kesan hate eşkere kirin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirûstiyê li Xezayê di roja 347’an a êrişên Îsrailê de daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Îsrailê di nava 24 saetan de li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê  ‘3 komkujî’ pêkanî, di van êrişan de 26 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane, 83 Filistînî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hejmara kesên ku di êrişên artêşa Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane giha 41 hezar û 252’an, hejmara birîndaran jî giha 95 hezar û 497 kesan. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li Zîvala Xeza hê dibin xirbeyan û li kêleka riyan cenaze hene, lê belê ji ber astegiyên hêzên Îsrailê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.