Li Xezayê 39 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane, bû 39 hezar û hejmara birîndaran jî giha 89 hezar kesî.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka êrîşên Îsrailê ji dîroka 7’ê Cotmehê heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike de, di nava 48 saetên dawî de 71 kesên din jiyana xwe ji dest dane, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 38 hezar û 919, hejmara birîndaran jî giha 89 hezar û 622 kesî.

Wezaretê diyarkir ku hê dibin kavilan û li kêleka riyan cenaze hene û ji ber astengiya Îsrailê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.