Li Xezayê 27 nexweşxane ji xizmetê derketine

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku li Xezayê 27 nexweşxaneyên ku nayên bikaranîn û ji xizmetê derketin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve berdewam dikin. Heyva Sor a Filistînê diyar kir ku alîkariyên ku ji bo Zîvala Xezayê tên şandin têrê nake. Heyva Sor a Filistînê der barê rewşa tenduristiyê ya li herêmê da hişyarî da û diyar kir ku li Xezayê 27 nexweşxane nayên bikaranîn û ji xizmetê derketine.

Nan pirsgirêka herî mezin e

Heyva Sor a Filistînê diyar kir ku alîkariyên ku ji bo Xezeyê tên şandin, hewcedarî û pirsgirêkên xelkê Xezayê çareser nake, çavkaniyên girêdayî Heyva Sor a Filistînê jî diyar kirin ku peydakirina nan yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Xezayê ye.

Li aliyê din rayedaran diyar kirin ku li bakurê Xezayê xizmetên tenduristiyê bi temamî rawestiyane.

Ambulans tên gulebarankirin

Ji aliye din ve Wezareta Tenduristiye ya Filistine bal kişand ku leşkerên Îsraîle tewra ambulansên ku birîndar tê de ne, gulebaran dikin. Wezaretê ji Netewên Yekbûyî (BM) û saziyên navnetewî xwest ku di qada piştgirîdayîna personelên tendirustiyê de qanûnên mirovî û biryarên di vê derbarê de tavilê bên pêkanîn.