Li Xezayê 23 milyon ton kavil çêbûn

Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber êrişên li ser Xezayê nêzî 23 milyon ton kavil çêbûne û da xuyand ku dê paqijkirina van kavilan bi salan bidome.

Navenda Nûçeyan – Berdevkê NY Stephane Dujarric di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane de ragihand ku ji ber êrişên li dijî qadên niştecihbûnê yê li Xezayê nêzî 23 milyon ton kavil çêbûne. Stephane Dujarric bal kişand ku paqijkirina van kavilan dê bi salan bidome.

‘Bermahiyên bombeyên neteqiyane xeteriyê ava dikin’

Li aliyê din Ofîsa Koordînasyona Karûbarê Mirovî yê NY (OCHA) di daxuyaniya xwe ya niviskî de anî ziman ku bermahiyên bombeyên neteqiyayî yê li Xezayê xeteriyê ava dikin û ragihand ku derbarê vê yekê de xebatên pispor tên meşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pisporan derbarê xeteriya mayinan de gel agahdar dikin û hat gotin ku ji bo kesên pispor yên di vê qadê de li Xezayê bên bi cihkirin û amûrên pêwist werin pêydekirin astengî tên jiyankirin.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 31 hezar û 341

Di êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê de ji 7’ê Cotmehê heya niha herî kêm 13 hezar û 500 zarok, 9 hezar jê jin bi giştî 31 hezar û 341 Filistinî jiyana xwe ji dest dan, 73 hezar û 134 kes birîndar bûn. Tê ragihandin ku hê di bin kavilan de cenazeyê bi hezaran kesan hene.