Li Xezayê 14 hezar û 500 zarok hatin qetilkirin
Li gorî UNREWA li Zîvala Xezayê di encama êrîşên hêzên Îsraîlê de 14 hezar û 500 zarok jiyana xwe ji dest dane û 660 hezar zarok jî ji mafê xwendin û fêrbûnê bê par mane.
Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê li Zîvala Xezayê ragihand ku piştî ragihandina agirbestê, bi cenazeyên ji binê kavilan hatine derxistin re, hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan de destpê kir, gîhiştiye 47 hezar û 283 kesan.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) derbarê hejmara kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane de daxuyaniyek da. Ajansê ragihand ku li Zîvalê zêdetirî 14 hezar û 500 zarokan jiyana xwe ji ber êrîş û şer ji dest dane.
896 navendên perwerdehiyê li herêmên cuda hatine bicîhkirin
Ajansê diyar kir ku ji sedî 88’ê dibistanên zîvalê ji ber êrîşên domdar ên hêzên Îsraîlê zirarên mezin dîtine. Ev jî bû sedem ku 660 hezar zarok ji perwerdehiya xwendinê bê par bimînin. Ajansê destnîşan kir ku 896 navendên perwerdehiyê li herêmên cuda hatine bicîhkirin û wê bikaribin zêdetirî 18 hezar xwendekar di nava xwe de bihewînin.
Milyonek zarok li Xezayê hewceyî alîkarî û destekên tenduristî û derûnî ne
Serokê Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekbûyî OCHA diyar kir ku di encama şerê li ser Xezayê de bi hezaran zarok hatine qetilkirin, birçîhiştin û koçberkirin. Şer bandora xwe herî zêde li ser nifşên nû kir û nifşek bi temamî hilweşand. Zêdetirî 17 hezar zarok li Xezayê ji malbatên xwe veqetiyane û hin ji wan beriya ku nefesa xwe ya yekem bi dayikên xwe re di dema zayînê de bistînin, mirine. Di heman demê de milyonek zarok li Xezayê hewceyî alîkarî û destekdayînên tenduristî û derûnî ne.
Ji binê kavilan cenaze tên derxistin
Wezareta Tenduristiyê li Zîvala Xezayê ragihand ku piştî ragihandina agirbestê, bi cenazeyên ji binê kavilan hatine derxistin re, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 47 hezar û 283 kesan. Wezaretê da zanîn ku piraniya cenazeyan jî hê di bin kavilên malên hilweşandî de ne. Hêjayî gotinê ye ku agirbesta di navbera hêzên Îsraîlê û Hamasê de ket roja xwe ya çaran. Derfeta tîmên ambûlans û parastina sivîl li Zîvalê çêbûn ku dest bi derxistina cenazeyên di nav xaniyên hilweşiyayî de mane bikin.